Der barê êrîşa li Gaziyê de: Ji 6 çekan cuda, 35 qewanên fîşekan


STENBOL
- Di şeva 14'ê Nîsanê de li Taxa Gaziyê Bariş Kerem û Oguzhan Erkul, ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Di girtenameya ku der barê lêkolîna cihê bûyerê hat amadekirin de, ji 6 çekên cuda 35 qewanên fîşekan û dendika guleyekê hatin tespîtkirin û her wiha di girtenameyê de hat diyarkirin ku 26 gule jî li wesayîtê ketine.

Di şeva 14'ê Nîsanê de li Taxa Gaziyê ya Stenbolê polîsan bi çekan bera wesayîta ku Bariş Kerem, Oguzhan Erkul û Ramazan Alturk tê de bûn dan. Di gulebarankirinê de Kerem û Erkul jiyana xwe ji dest dan, Alturk jî bi giranî birîndar bû. Di girtenameya ku der barê lêkolîna li cihê bûyerê hat amdekirin de, hûrguliyên girîng cih girtin. Di girtenameya tespîtkirinê ya der barê lêkolîna cihê bûyerê û wesayîta êrîş lê hat kirin de, ji çekên cuda 35 qewanên fîşekan û dendika guleyekê hat tespîtkirin. Her wiha di girtenameyê de hat diyarkirin ku 26 gule jî li wesayîtê ketine.

Li gel vê, heyeta lêkolînê ji bo lêkolînkirinê doza kamerayên di wesayîtên polîsan de jî kir.

Di girtenameya lêkolînê de biryara kamerayên ku li têketina Daristana Bajêr a Gaziyê û xwestina agahiyên der barê kamerayên ku tê îdiakirin xerabe ne jî hat dayîn.

Her wiha berê jî Serdozgeriya Komarê ya Gaziosmanpaşayê dest danî bû ser 9 çekên polîsên li Navenda Polîsan a Gaziyê û tê payîn ku dê çend roj şûn de îfadeya polîsan bê wergirtin.

Parêzer Oya Arslan û Meral Haybanat Yeşil, jî giliyên 9 polîsên ku li cihê bûyerê bûn kirin.