Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan nameyek şand

ENQERE - Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku girtiye, nameyek jî ÎHD'ê re şand. Di nameya de ragihand ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên cidî hene û bi awayekî kelepçekirî tê muayenekirin.

Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê ku girtiye, bi nameyekê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Bakirhan, di serlêdana xwe de anî ziman ku rewşa wî ya tendursitiyê ber bi nebaşiyê ve diçe.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, Hevşaredar Tuncer Bakirhan di 16'ê Mijdara 2016'an de bi îdiayên "Propaganda û alîkariya rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê.

Nameya ku Bakirhan ji ÎHD'ê re şand ev e:

“5 meh berê, dema ku ez Hevşaredarê Şaredariya Sêrtê bûm, hatim girtin û min şandin Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê.

4 meh in, bi awayekî cidî pirsgirêkên made û roviyan li min peyda bûne. Piştî çend hefteyan ancax min şandin ser bijîşkê revîrê. Li gor vegotinên min, lis er texmînan hin derman dan û ji min re gotin heke derbas nebe dubare were. Dev jê başkirina nexweşînê berdin, ev derman hîn bêtir ez nexweş kirim. Paşê piştî demekê dubare çûm revîrê. Vê carê jî min sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bolûyê kirin, lê heta ku ez ketim nexweşxaneyê tam 40 roj derbas bûn. Bi ser vê de jî, liw ir bêyî ku kelepçeyê vebikin tehlîla xwîna min wergirtin. Piştî tehlîlê ji min re gotin tu yê muayene bibî û min dubare anîn girtîgehê. Bêyî ku min bibin muayeneyê, hin derman şandin. Ji ber êş û ishal a ku tim didome, ji mecbûrî dermanan bi kar tînim. Lê tu tişt neguherî. Ya ku guherî ew e ku, di 5 mehan de bi qasî 10 kîloyan zihîf bûme.

Paşê, min bi rayedaran re hevdîtin çêkir. Ji min re gotin, em ê ji bo tetkîk û muayeneyek hûrgiliyane, em ê te bişînin, lê hîn jî li bendê me ku min bişînin.

Belê, hûn dibêjin 'her der wekhev e, cudahî tune ye'. Her hal hûn dizanin rawestandineke dilnerihet a ji ber kîlodayîneke evqas zêde, tê wateya çi. Hêvîdarim ji bo di demeke nêz d etenduristiya min baş bibe û dmeildest bi awayekî rast û baş bêm tedawîkirin, hûn ê alîkariyê bikin.

Silav û rêz."

Piştî nameya Bakirhan, ÎHD'ê ragihand ku ew ê heyetekê bişînin girtîgehê û serî li cihên eleqedar bidin.