AMED – Rojnamegeriya kurdî û çapemeniya kurd li gel hemû êrîş û zextên giran jî dê di 22’ê Nîsana îsal de bibe 119 salî. Rojnamegerên kurd diyar kirin ku ew ê çapemeniya kurdî li ser ser şopa pênûsa Mîqdat Mîthat Bedîrxan, Apê Musa û Rohat Aktaşan vê meşê bidomînin û ew ê tim û tim ji raya giştî ya kurd û cîhanê re dengê rastî û heqîqetê ragihînin.
Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina rojnameya pêşîn a kurdî ya bi navê Kurdistan e. Rojname di 22’ê Nîsana 1898'an de ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve, ewil li paytexta Misirê Qahîreyê hat çapkirin. Bi minasebeta vê rojê, her sal 22’ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Di 119’emîn salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê de, carek din li bajarên heremê û li bajarên Tirkiyeyê ev roj di bin êrîş û astengiyên li ser çapemeniyê de tê pîrozkirin. Ji rojnameya Kurdistanê bigire heta roja îroyîn, bênavber çapemeniya kurdî ango çapemeniya azad di bin zext, pêkûtî, êrîş û astengiyên dewletên dagirker û desthilatdaran de weşanên xwe berdewam kirine. Êrîşên herî dijwar yên li ser çapemeniya kurdî jî li bajarên heremê pêk tê.
‘DARBE LI HEMBERÎ ÇAPEMENIYÊ PÊK HAT'
Çapemeniya azad ango çapemeniya kurd ya ku dengê gelê kurd e û wek kevneşopiya rojnameya Kurdistanê tê nasîn, bi taybetî saleke herî xedar, 2016, li pêyî xwe hişt. Di sala 2016’an de ji girtina rojnamegerên kurd bigire heta mohrkirina sazî, malper, rojname, televizyon, kovar, ajans û buroyên belavkariyê bi her awayî êrîşên tund li wan hatin kirin û bi giştî hatin girtin. Li gel hemû êrîş, mohrkirin û astengiyan jî çapemeniya kurdî li heremê û li bajarên Tirkiyeyê bêdeng nema û bi avakirina saziyên cuda weşanên xwe didomînin.
Ji qonaxa derxistina rojnameya Kurdistanê heta salên 1990’î çapemeniya kurd xwe gihand astekê û gotin di cih de be çapemeniya kurd û azad di salên 1990’î de ji ber êrîşên kiryar nediyar rastî pêkutî û zext û qetliamên dijwar hat. Çapemeniya kurd a ku ji salên 2000’î û vir ve heta roja me ya îro bi awayekî profesyonel û berfireh gelek xebatên girîng bi rê ve birin, weşanên kurdan di sala 2015’an de bû xwedî bi dehan sazî û weşan. Ji ber vê yekê jî hikûmeta Ak Partiyê xwe li hember vê yekê negirt û hemû sazî girtin û dîsa gotin di cih de be li hemberî çapemeniya kurdî û muxalîf darbe pêk anîn.
‘LI GEL ZEXTAN JÎ ROJÊN XWEŞ LI PÊŞIYA ME NE’
Rojnamegerên kurd ên li saziyên cuda dixebitin têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî axivîn û hestên xwe parve kirin. Edîtorê rûpela kirmanckî yê rojnameya Rojeva Medyayê Emrah Kelekçîer diyar kir ku, ji sed salî zêdetir e ku çapemeniya kurdî bi kedeke mezin û bi awayekî serkeftî dibe dengê gelê kurd û gelan û got ku, tovek hatiye avêtin û her ku diçe ev tov li her deverî şîn dibe û belav dibe. Kelekçîer balê kişand ser êrîş û pêkutiyên li ser çapemeniya kurd û got ku, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê şûn ve bi taybetî çapemeniya kurd hedef hat girtin û hemû sazî û dezgeh hatin girtin. Kelekçîer da zanîn ku, di cîhanê de herî zêde êrîş û zext li çapemeniya gelê kurd tên kirin û got ku, li gel van hemû zextan jî rojên xweştir li pêşiya wan in û dê ew bibin şopdarên pênûsa Mîqdat Mîthad Bedîrxanan, Apê Musayan, Gurbetelî Ersoz û Rohat Aktaşan.
‘EM VÊ SALÊ DIYARÎ EVÎN BULDANÊ DIKIN’
Yek ji edîtorên din ên Rojeva Medyayê Zeynel Abidîn Bulut jî dest nîşan kir ku, bi boneya dengê xwe ragihînin, berxwedan û têkoşîna xwe bi pêş ve bibin û mezintir bikin, ji bo her gelî pêdivî bi ragihandinê heye û got ku, ji roja destpêkê heta îro ji bo gelê kurd çapemenî, rolek xwe ya diyarker pêk aniye. Bulut bi lêv kir ku, her ku diçe berdewamiya rojnameya Kurdistanê mezin dibe û wiha got: “Çawa ku 119 sal berê zext li ser rojnameya Kurdistanê hebûn, îro jî heman zext û pêkûtî li ser çapemeniya kurdî berdewam dikin. Rojnameya Kurdistanê li gel hemû zext û zordariyan jî ji sekna xwe bi paş ve gav neavêtin û weşangeriya xwe li derveyî welat domand. Armanca rojnameyê ragihandina têkoşîna gelê kurd bû. Li gel berxwedan û serhildanên gele kurd, çapemeniya kurd jî her tim bûye dengê ragihandina gelê kurd. Di nav wan şert û mercên wê deme û di nav şert û mercên îro de, di aliyê zext, pêkûtî û berxwedanê de tiştek neguheriye. Wê demê jî li ser civakê û çapemeniyê zext û pêkutî hebûn. Di roja me ya îro de jî heman pêkûtî û êrîş li ser çapemeniyê hene.”
Bulut da zanîn ku, rojnamegeriya kurdî bi yek kesî dest pê kir, lê îro bi beşdariya bi hezaran endam û xebatkar kevneşopiya wê didomînin û got ku, ew bi minasebeta 119’emîn salvegera çapemeniya kurdî hevala xwe rojnameger Evîn Buldanê ya ku ji ber qeyrana dilî jiyana xwe ji dest da bi bîr tînin û vê salvegerê diyarî wê dikin. Bulut got ku, ew ê pênûsên ku ji Mîqdat Mîthad Bedîrxan, Apê Musa û heta roja îro ku bûye dengê vî gelî tu carî li erdê nehêlîn.
‘ÇAEPEMENIYA KURD LI ROJHILATA NAVÎN DENGÊ GELAN’
Rojnameger û nivîskar Mehmet Şahîn jî bi bîr xist ku, cara yekem çapemeniya kurdan li sirgûnê dest bi weşana xwe dike û got ku, çapemeniya kurdî îro li çar parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin kiriye û meşa çapemeniya kurd li gel hemû zext, zordarî, înfaz û derhuqûqiyan jî bi berxwedaneke bêhempa didome. Şahîn bi lêv kir ku, ji ber ku çapemenî çavê civakê ye zext û zordarî lê tên kirin û bi dehan li xebatkarên cezayên giran tên birîn û tên qetilkirin. Şahîn anî ziman ku, li cihê ku şer lê hebe her tim rastî tên qetilkirin. Şahîn da zanîn ku, dewletên dagirker tiştên ku li Kurdistanê dikin, naxwazin tu kes wan tiştan bibînin û ji ber vê yekê êrîşên tund li ser çapemeniyê dike û got, ji ber ku rojnamegerên kurd heqîqetê vedibêjin hedef tên girtin. Şahîn anî ziman ku, çapemeniya kurd li Rojhilata Navîn bûye dengê gelan û got ku, çapemeniya azad a ku hemû cîhan jê sûdê werdigire dê bênavber xebatên xwe bidomîne û ji rastiyan tawîz nede.
‘EM Ê DENGÊ JINÊ RAGIHÎNIN’
Rojnameger Bêrîtan Elyakut jî diyar kir ku, sala 2016’an ji aliyê rojnamgeriya kurdî ve salek herî dijwar bû û got ku, gotin di cih de be ev sal bûye sala rojnamegerên jinên kurd û li gel zextan jî wan dengê jinan ragihandiye. Elyakut dest nîşan kir ku, rojnamegerên kurd her tim rastî cudakariyê tên û got ku, ew ê wek rojnamgerên jin ên kurd dengê jinê bi pênûsên xwe ragihînin.
‘ÇAPEMENIYA KURD DIBE BERSIV’
Berdevkê Înîsiyatîfa Çapemeniya Azad Haki Boltan jî dest nîşan kir ku, çapemeniya kurdî ji roja destpêka weşana xwe heta îro tu carî li hemberî êrîşan serî netewandiye û karê ketiye ser milê çapemeniya kurdî bi cih aniye û got ku, rojnameya Kurdistanê wek çand û mîrateyekê ji wan re maye û ji bo wan her tim tecrûbeya herî mezin e. Boltan da zanîn ku, çapemeniya kurdî li cîhanê mînak e û sekneke xwe ya girîng heye û got ku, yek ji van mînakan jî bi berxwedaniya xwe tê nasîn û her tim di nav şer de weşanên xwe dike. Boltan dest nîşan kir ku, çapemeniya kurd berdevkiya azadiya jinê û civakê dike û got ku, çapemeniya kurdî her tim wek kaniyekê xwe dide der û pêş ve diçe. Boltan diyar kir ku, çapemeniya kurdî li gel hemû pêkanînên êrîşwarî yên li ser xwe jî ji raya giştî ya cîhanê re dibe bersiv û got ku, çapemeniya kurd dê li ser esasên ragihandineke rasteqîn û heqîqetê meşa xwe ya azadiyê bidomîne û dê gelê kurd û cîhanê bêagahî nehêle.
Bîlal Guldem/Ozgur Paksoy – dîhaber