ENQERE - Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, anî ziman ku wî di emrê xwe de hilbijartineke wisa di bin zext û dordariyê de hatibe çêkirin nedîtiye û wiha got: “Gelê kurd bi ser ket. Binihêrin li gundê Xerabê Bava ku xwestin bi işkenceyê propagandaya xwe bikin, ji sedî 92 Na derket. Xerabê Bava rûmeta mirovahiyê rizgar kir.”
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemir, encamên referandumê ji dihaberê nirxand. Baydemir balê kişand ser şert û mercên referandumê û got, li gel her tiştî jî gel çûye ser sindoqan û ji faşizmê re gotiye Na. Baydemir ragihand ku, dengê Na yên ketine sindoqan bi awayekî zêde li ser ji sedî 50’yê ye û wiha got: “Lê Ajansa Anatoliayê û YSK'ê ji sindoqê encama Erê derxistin. Dengê Na kirin Erê.”
Baydemir, da zanîn ku, der barê encamên referandumê de şik û gumanên mezin hene û got, ev jî kriza herî mezin ya li hemberê Tirkiyeyê ye.
Baydemir li ser naveroka pakêta qanûna bingehîn a ku hate guherandin jî rawestiya û got, ji xwe ev pakêt bi xwe pirsgirêka meşruiyetê bi xwe re aniye. Anî ziman ku naveroka pakêtê “demokrasiyê ji holê radike, neyartiya kurdan dike” û got, divê guherandina qanûna bingehîn bibûna peymana silh û aştiyê.
Baydemir bilançoya êriş û pêkutiyên li hemberî wan jî anî ziman, girtin û operasyonê li dijî kurdan bi bîr xist û wiha got: “Divê ku xebata hilbijartinê wekhev be, şert û merc wek hev bin. Lê belê kesên silav dan me, gef li wan hatin xwarin, gel mirin da berçavê xwe û wisa çû ser sindoqan. Roja referandumê jî dek û dolab çêbûn û lewma ev referandûm ne rewa ye.”
AKP ÇAWA BIXWAZE WISA BIRYARÊ DIDE
Baydemir, li ser tişta ku niha herî zedê tê niqaşkirin, biakarnîna dengê bêmohr, jî rawestiya û got, di sala 2014’an de li ser serlêdana AKP’ê hilbijartinên Norşînê hatine betalkirin, lê heman YSK niha dîsa li ser serlêdana AKP’ê dengê bêmohr qebûl dike. Baydemîr bi bîr xist ku, dengê bêmohr jî herî zêde li heremê hatine bikaranîn.
MIN DI EMRÊ XWE DE HILBIJARTINEKE BI VÎ RENGÊ NEDÎT
Baydemîr anî ziman ku, ew di jiyana xwe de bûye şahidê bi dehan hilbijartinan û wiha domand: “Min di emrê xwe de hilbijartinek wisa, dek û dolabên bi vî rengî nedîtin. Ez wek berdevkê HDP’ê li 30 bajaran, em bi gel re hatin cem hev. Zilmekî bi vî rengî ku li hemberî gel pêk tê li tu deverê cihanê pêk nehatiye. Em çûn Silopiyayê panzêrek li pêşiya me yek li pişt me û du heb jî li rast û çepê me bûn. Bila parastina wan ji wan re be, bila xwe bi parêzin. Ji bo ku gel bitirse me dorpêç kirin. Kesên ku silava me digirt, çek dispartin wan. Min bi çavê serê xwe dît. Xortek tehamula wî nema singa xwe vekir got 'aha li min bixwin.'”
BERXWEDANA LI HEMBERÎ ZILMÊ
Baydemîr refandumê jî wekî “berxwedana di navbera zilmê û mirovatiyê” de bi navkir û wiha got: “Şikir ji Xwedê re mirovahî bi ser ket.” Baydemir got ku, guherîna niha pêk hatiye tûnebûna gelê kurd ji qanûnên bingehîn ên berê zêdetir inkar dike û dest nişan kir ku, ev pakêt keda gelê kurd ya 35 salan tune dike. Baydemir wiha domand: “Me li hemberî zilmê got Na. Heya zilm hebe dê Na berdewam bike. Me ji bo demokrasiyê got Na. Heya ku tunekirina demokrasiyê hebe dê gel bêje Na. Heya ku hebûna gel neyê qebulkirin dê sedema Na dewam bike. Çawa ku ev 35 sal in makezagona Evren rewa nayê dîtin, dê ev jî wisa be.”
ÊN MİSKALEK RUTEMA WAN HEYE DİVE SERKEFTİNA GELÊ KURD BİBİNİN
Baydemîr, li dijî derdorên ku ji bo enacamn kurdan sûcdar dikin berteke tund nîşan da û wiha axivî: “Kesên ku misqalek para xwe ji mirovahiyê girtibe divê ji vê helwesta gelê kurd ku mirinê li ber çava girt û çû iradeya xwe diyar kir ihtiramê bigire. Gelê kurd li rûmeta xwe, xîreta xwe xwedî derket. Cardin derket holê ku gelê kurd ji daxwaza xwe ya demokrasî, azadiyê nayê xwar. Li kîjan deverê cihanê bajarek ku ji 3’yan 2”yê wî bê hilweşandin, cardin ew bajar xwe ji axa xwe diafirîne. Yên ku dixwazin kurdan fêm bikin bila biçin li Şirnaxê binihêrin.”
EV HESP VÎ BARÎ HILNADE
Baydemîr got, kesên ku digotin dê kurd bêjin Erê niha rûsar in û divê ku ji gelê kurd lêborînê bixwazin.
Baydemir balê kişand ser encamên Talatê, Xerabê Bava ku beriya referandumê êriş li wan hatibû kirin, dimenên işkenceyê lê derketin holê û wiha domand: “Li gundê Talatê ji sedî 97 Na. Li gundê Xiraba Bava ji sedî 96 Na. Cibilgiravê ji sedî 82 Na. Xerabê Bava rûmet û hisyeta mirovahiyê, îşkence û zaliman têk bir. Ji îro şûn de ji bo guherîna vî welatî mifte di destê gelê kurd de ye.”
Baydemîr li ser gotînên Erdogan ku digot yê hesp girt Uskudarê derbas kir ku tê wateya “ev kar qediya” jî got, hîn nû dest pê dike. Baydemir wiha axivî: “Ku hûn ji min bi pirsin tu hespek nîne vî gunehê hilde ser pişta xwe. Ji berê ve jî hespê vî gunehê ji ser pişta xwe avêtibû. (dikene)”
EM JI HER TIŞTÎ RE AMEDE NE
Baydemir, balê kişand ser ihtimalên ji îro şûn ve jî û got, ihtimala hilbijartina pêşwext, ihtimala kûrbûna şer heye. Baydemir anî ziman ku, ew ê jî wekî HDP’ê amadekariyên hemû ihtimalan bikin.
Kenan Kırkaya - dîhaber