AMED - Polîsan serê sibê têkildarî kişandina wêneyê kuştina xwendekarê Zanîngehê Kemal Kurkut , bi ser mala edîtorê dihaberê Abdurrahman Gok de girt û li malê lêgerîn kirin.
Polîsan serê sibê saet di 08.00'an de bi ser mala edîtorê me dîhaberê Abdurrahman Gok a li Navçeya Rezan a Amedê de girt. Polîsan piştî li malê lêgerîn kirin 2 telefonên destan, 4 pirtûk û koverek desteser kirin. Hevalê Gok ê li malê diyar kirin ku lêpirsîn bi fermana navenda Enqereyê pêk hatiye. Hevalên Gok, diyar kirin ku piştî li malê lêgerîn kirin û wênekêşa Gok a li malê lêkolîn kirin pirtûk, kovar û telefon bi xwe re birin. Polîsan piştî bi ser mala Gok de girt xwest Gok biçe li Şaxa TEM'ê îfade bide. Polîsan diyar kirin ku ger neçe îfade nede dê wî binçav bikin.
Polîsan piştî li malê lêgerîn kirin navê Midûrê nûçeyan ê DÎHA Omer Çelik ku niha girtî ye û navekî din nîşe girtin. Edîtorê me Gok, piştî wêne kişandin 8 roj şûnde di 29'ê Adarê de tevî parêzer çû têkildarî wêneli Edliyeya Amedê îfade dabû dozger. Li ser daxwaza dozger Gok 26 wêneyê dema kuştina Kurkut dabû dozger.