SÊRT - Parlamentera HDP'ê Besîma Konca ya girtî ye bi SEGBÎS'ê ve tevlîbûna dozê red kir.
Doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca ya bi îdiaya "li dijî polîsan muqawemet kiriye" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Sêrtê hate dîtin. Konca ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ye bi SEGBÎS'ê beşdarbûna dozê red kir. Li ser vê doz taloqî 31'ê Gulanê hat kirin.
Konca di danişîna yekemîn de jî bi beşdarbûna bi riya SEGBÎS'ê red kiribû.