MÊRSÎN - Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Yuksekdag bi sedama gelek dozên wê hene beşdarî rûniştina dozê nebû.
Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag ku bi îdîaya di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ya 2016'an de pêk hat û Newrozê de axaaftin kirine doz lê hatibû vekirin û heta 8 salan ceza jê dihat xwestin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat dîtin. Yuksekdag, bi sedema pirsgirêkên wê yên tenduristî hene û zêde dozên wê hene beşdarî rûniştina dozê nebû. Parêzerên Yuksekag û rêveberên HDP'ê beşdarîe Rûniştina dozê bûn. Parêzerê Yuksekdag Ozgur Çaglar, xwest ji bo pêşnûmeya destnedayîna parlamenteriya Yuksekdag a li meclîsê bê betalkirin serî li Qanûna Bengîn daye û heta bersîvek bê dayîn xwest doz bê rawestandin. Çaglar, xwest delîlên der barê Yuksekdag de yên resen bên komkirin û lêkolînkirin.
Parêzerê Yuksekdag Mehdi Zana Akkaya jî xwest darizandin û lêpirsîn li gorî xala 83’an a Qanûna bingehîn bê kirin. Zana Akkaya, da zanîn ku hemû axaftin di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye kirin. Îbrahim Cinbaş xwest der barê Yuksekdag de biryara beraetê bê dayîn.
Heyeta dadgehê ji bo lêkolînê û biryar bê dayîn doz taloqî 15'ê Hezîranê kir.