RHEE: Bila deng ji nû ve bên hejmartin

NAVENDA NÛÇEYAN - RHEE'yê têkîldarî encamên referandumê ya bi guman pêşniyara "Bila deng ji nû ve bên hejmartin" kir. Dîrektorê RHEE'yê Michael Georg Link wiha got: "Ji nûve hejmartina dengan dê bawariya ku li hemberî pêvajoya hilbijartinê kêm bûye zêde bike."

Dîrektorê Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratî a Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) Michael Georg Link di daxuyaniya ku ji rojnameya Heilbronner Stimme da de wiha got: "Ji nûve hejmartina dengan dê bawariya ku li hemberî pêvajoya hilbijartinê kêm bûye zêde bike."

Link diyar kir ku daxuyaniyên hikûmetê ya têkîldarî rapora RHEE'yê xemgîn in ger ki Serokomar Tayyîp Erdogan ger ku hevkariyê neke dê rewşa polîtîk a Tirkiyeyê xirab e.

Link ê nirxandina "Raporên me tenê ji aliyê RHEE'yê ve na di heman demê de ji aliyê Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve dê bê nirxandin û ji bo van saziyan bibe referans" kir got ku di çarçoveya pêşniyarên çavdêran de ger bi RHEE'yê ve hevkarî neyê kirin ev dê ji aliyê dewlet û saziyên din ve bê rexnekirin û di warî polîtîk de jî bê encam nemîne.