Mexdûrên rastî istîsmarê hatin axivîn

ÊLIH- Li Lîseya Îmam Hatîpê ya Êlihê, zarokên xwendekar rastî îstîsmara zayendî hatin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Beceriklî diyar kir ku xwendekara heman lîseyê ya rastî êrîşa îstîsmara zayendî hat û xwest întîhar bike anîye ziman ku wekî wê 4 xwendekarên din jî rastî îstîsmara zayendî hatine.

Derket holê ku li Êlihê 4 zarok rastî îstismara zayendî hatine. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bûyer ji hesabê xwe yê twitterê parve kir û wiha got: "Li êlihê li ser agahiya ku 4 zarok rastî tecawizê hatine me lêkolîn kir. ew anîne nexweşaneyê. Nayê zanîn ku zarok niha li kû derê ne û rewşa wan çi ye. Em nikarin xwe bigihînin rayedarên nexweşxaneyê. Em ê desturê nedin ku li ser bûyerê bê girtin. Em li bendê ne ku rayedar daxuyaniyekî bidin."

PARLAMENTER BECERÎKLÎ: XWENDEKARAN VEGOT


Li Lîseya Îmam Hatîpê ya li Êlihê 4 xwendekarên lîseyê rastî êrîşa îstîsmara zayendî hatin. Derket holê ku xwendekarên alîkarî û piştgirî didîtin rastî îstîsmarê hatine. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran di hesabê Twitterê de diyar kiribû ku li Êlihê 4 xwendekarên lîseye rastî îstîsmara zayendî hatine. Başaran, anî ziman ku xwendekar rakirine nexweşxaneyê û piştî wê agahî bi dest nexistine. Başaran, da zanîn ku niha nizanin rewşa wan çiye û li ku ne. Başaran, destnîşan kir ku ew destûr nadin ser vê bûyerê bê veşartin.

Piştre Egîtîm Sen’a Êlihê li ser hesabê twîtterê daxuyanî da. Di daxuyaniya hesabê twîtterê de hat zanîn ku li Lîseya Îmam Hatîpê ya Êlihê 4 xwendekar rastî îstîsmara zayendî hatine û dê hesabê vê yekê bipirsin. Egîtîm Sen’ê da zanîn ku li gel 4 xwendekar rastî îstîsmara zayendî hatine jî heta niha der barê mijarê de rayedaran daxuyaniyek fermî nedaye û dixwazin bi bêdengiya xwe ser vê mijarê bigirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Beceriklî jî anî ziman ku xwendekara rastdî îstîsmara zayendî hatiye axivîye û agahiyên girîng dane. Beceriklî wiha got: “Li Êlihê 4 xwendekarên YÎBO rastî êrîşa zayendî hatin. Lê heta niha rayedaran daxuyaniyek fermî nedaye. Gelo dîsa AKP dixwazin ser vê mijarê biparêzin. Der barê 4 xwendekaran de agahî tune. Di heman lîseyê de xwendekarek ku piştgiriya derûnî dibîne diyar kir ku 4 zarok wekî wê rastî îstîsmara zayendî hatine. Lê bêdengiya AKP'ê didome. Divê bi lezgîn daxuyaniyê bide.