SÊRT - Li navçeya Dihê di serdegirtinên malan de 16 peywirdarên sandoqan ên HDP'ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Dihê ya Sêrtê cendirmeyan bi ser gundan de girtin. Piştî lêgerîna li malan 16 kes hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku piraniya kesên ku hatine binçavkirin kesên ku di referandumê de peywirdarên sandoqan ên HDP'ê ne. Sedema operasyonê nehat hînbûn hin kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Dihê û hin ji wan jî birin Fermandariya Cendirmeyan.