STENBOL - Mîhrîcana Ciwanan a Kadikoyê ya dê 21'ê Nîsanê dê destpê bikira û 9 rojan berdewam bikira bi hinceta "ewlehiyê" hate betalkirin.
Mîhrîcana Ciwanan a Kadikoyê ya Stenbolê bi hinceta "ewlahiyê" hate betalkirin. Mîhrîcan li bendê bû ku ji 21'ê Nîsanê heta 30'ê Nîsanê berdewam bike. Kadıköyfestê di hesabê xwe yê çapemeniya civakî de daxuyand ku mîhrîcan ji aliyê Qaymeqamiya Kadikoyê û Midûriyeta Emniyetê ve bi hinceta "îstixbarata terorê" hatiye betalkirin.