ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê, di hefteya xwe ya 277'emîn a ji bo lêgerîna edaletê de, balê kişandin ser hilbijartinan û wiha gotin: "Yên di referandûmê de bi ser ketin em in."
Li gundê Roboskiyê yê Qilebana Şirnexê, malbatên 34 sivîlên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şerî ve hatin qetilkirin, di hefteya 277'emîn a komkujiyê de jî hatin gel hev û careke din doza edaletê kirin. Malbatên ku li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev, pankarta li ser "Ji bo Roboskiyê, Ji Bo Edaletê Bila Kiryar Bên Dîtin" nivîsandî vekirin û daxuyanî dan. Veli Encu yê li ser navê malbatan axivî, anî ziman ku hezar û 939 roj in ku ew tên ser gorên xizmên xwe û doza edaletê dikin.
‘DI REFERANDÛMÊ DE EM BI SER KETIN'
Encu balê kişand ser encamên referandûmê û wiha got: "Wek malbatên Roboskiyê, vîna hemû gelên me yên ku rastî komkujiyan hatine û mafê demokrasiyê xwestin bi hîleyan bin pê bikin, lê derket holê ku ev bi kêrî tiştekî nayê." Encu li dijî biryarên YSK'ê yên der barê referandûmê de jî bertek nîşan da û wiha axivî: "Yên têkoşîna me ya edaletê nabînin, ji bo dengê me jî xwe li nebihîstinê datînin. Li dijî daraza we ya bialî û ya ku kujerên 34 xizmên me diparêze, li dijî derhuqûqî û bêedaletiyên we dê têkoşîna me tim bidome. Yên di vê referandûmê de bi ser ketin em in."