STENBOL - Welatiyên ku difikirin di referandûmê de hîle çêbûne û her êvar li kuçeyan beşdarî çalakiyêm protestoyan dibin wiha axivî: "Em li pêyî 2 milyon û nîv dengên ku hatine dizînin."
Li Beşîktaş, Kadikoy, Avcilar, Sariyer, Bakirkoya Stenbolê welatiyên ku her êvar dadikevin kuçeyan û encamên referandûmê protesto dikin, anîn ziman ku ew li pêyî du milyon û nîv dengên ku hatine dizînin.
'JI BER KU 'NA' BI SER KET EM LI VIR IN'
Nejat Zorlu yê 60 salî yê ku beşdarî çalakiyên li Beşîktaşê dibin, anî ziman ku li hêlê "diziyek" heye. Zorlu wiha got: "Ji bo em dengên hatine dizîn bistînin û ji ber em li dijî diziyê ne û ji ber ku 'Na' bi ser ketiye em li vir in. Em dengên xwe yên 'Na'yê diparêzin. A rast em hatine ku welatê xwe bistînin. Îdia dikim ku dengên 'Na'yê zêdetir in."
Eser Ergul (30) jî wiha axivî: "Ne Erdogan û ne jî hikûmet, her du jî ne serkeftî ne. Ji ber vê em û hevalên xwe em li vir li ber xwe didin. Qenaeta min ew e ku dengên 'Na'yê hatine dizîn. Divê YSK daxuyaniyeke tetmînkar bide." Ergul, dest nîşan kir ku ji bo ew xwedî li dengên di sindoqan de derkevin, beşdarî çalakiyê bûye.
'EM Ê WÎ NEKIN SEROK'
Ekin Erdem (23) anî ziman ku hilbijartina referandûmê hilbijartine bêedalet bû û wiha axivî: "Beriya referandûmê hemû derfetên dewletê ji bo 'Na'yê hatin bikaranîn, hatin dagirkirin. Lê kesên gotin 'Na' jî bi derfetên xwe ji dil û can xebitîn û bi ser ketin. Lê li gel vê jî YSK derhuqûqîtî kirin. Wek me winda kiribe, em nîşan dan. Em bi ser ketin û em ê li ber xwe bidin. Em ê wî nekin serok."
'EM TIM BIBÊJIN 'NA''
Funda Kartal (20), balê kişand ser nelirêtiyên YSK'ê û wiha got: "Ez dibêjim 'Na'. Ji ber vê ez li vir im. Li 3 bajarên mezin 'Na' derket. Ne mumkun e ku di encamên YSK'ê de 'Erê' bi serketibe. Her tişt li ber çavan e. Em dibêjin 'Na', em yek in. Hêviya me heye û ji ber vê em ê tim bibêjin 'Na'."
Îlhan Çelik (34) diyar kir ku vîna wî hatiye xespkirin û wiha domand: "Tenê dizî nehat kirin. Bi awayekê neadil kampanyaya hilbijartinê hat birêvebirin. Di serdemeke çewisandin, tepisandin, binçavkirin, dûrxistina ji kar de bi diziya 'Erê' derxistin."
‘HETA DAXWAZÊN ME BI CIH NEYÊN, EM Ê LI KUÇEYAN BIN'
Caner Hamzaçek ê tevlî meşa protestoyê ya li Bakirkoyê bû û cara ewil deng bi kar anî, anî ziman ku tenê daxwaza wî ew e ku mafê wî yê hatiye binpêkirin bê îadekirin. Hamzaçek ê ji ber ku dengê wî hatiye "dizîn" li ber dikeve, li dijî biryara YSK'ê bertek nîşan da.
Ayfer Ondeş jî wiha got: "Ji ber dengên bêmohr hatin hesibandin ez li vir im." Ondeş, dest nîşan kir ku heta daxwazên wan bi cih neyên, ew ê li kuçeyan bin."
Şukriye Aydin a ku di referandûmê de serokê sindoqê bû, diyar kir ku ew ê tim li ppêyî wan dengan be û wiha axivî. "Di pêvajoya referandûm de em tim li kuçeyan bûn. Beşdarbûyîneke zêde hebû. Heta moralê serokên sindoqên ku 'Erê' di parastin qet nebaş bû û me ev didît. Hilbijartin bi dawî bû, niha em li kuçeyan e û doza mafê xwe dikin. Belkî nebe, lê em ê tim bitêkoşin û em dixwazin dengê xwe ragihînin."
‘EM LI PÊYÎ DU MILYON Û NÎV DENGÊN KU HATUNE DIZÎNIN'
Kiymet Şen anî ziman ku ew li pêyî "2 milyon û nîv dengên hatine dizînin" wiha axivî: "Me lêdan xwar, lê 45 roj in me dev jê berneda. Em nehêlin ku vî welatî bifiroşin." Fatma Keskin jî wiha got: "Ji ber em li dijî nehekiyên ku YSK'ê kirine li vir in."
‘HÎN EV DESTPÊK E'
Mehmet Erbek jî dest nîşan kir ku, ew ê li gel hemû çewisandin û binçavkirinan jî kuçeyan neterikînin û wiha got: "Her roj tevlî meşan dibim, nikarin vana asteng bikin. Hîn ev destpêk e."