MÊRSÎN - Li Mêrsînê, çend roj berê di navbera penaberên sûriyeyî û şêniyên taxê de bi çek û daran pevçûne derketibûn. Têkildarî vê mijarê Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya MAYA'yê Volkan Gultekin, diyar kir ku dê pirsgirêka penabaren bi tehliyekirinan neyê çareserkirin û wiha got: "Dema li hemberî welatên din wek koz tên bikaranîn, tu bikî nekî dê ev bi xwe re provakasyonan bîne."
Di 17'ê Nîsanê de li di navbera penaberên sûriyeyî yên li Taxa Adanalioglu ya Akdenîza Mêrsînê di konan de dijîn û şêniyên taxê de bi çek û daran pevçûn derketibû. Piştî vê rageşiyê, ji herêmê biryara tehliyekirina penaberên sûriyeyî hatibû dayîn û karê tehliyekirinê temam bû. Tevî Taxa Adanalioglu, li taxên Kazanli û Atalarê nêzî 2 hezar penaberên ku karkeriya çandiniyê dikirin hatin tehliyekirin. Penaberên bi otobêsên şaredariyê hatin veguhastin, li eywaneke sporê ya li navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê hatin bicihkirin. Hat daxuyandin ku, dê penaberan ji vir bibin kampên penaberan ên li Islahiyeyê. Her wiha ev rageşî berê jî li Edene û Îzmîrê bûbû xwe dabû der û pişt re penaber hatibûn tehliyekirin.
‘LI HOLÊ PROVAKASYONEK HEYE'
Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Piştevaniya Erebên Mêrsînê (MAYA) Volkan Tekin, dest nîşan kir ku penaberên li herêmê bi awayekî erzan tên xebitandin û got, berê jî bûyerên bi vî rengî qewimî bûn, lê bêyî ku bûyer mezin bibin pirsgirêk hatibûn çareserkirin.
Gultekin, diyar kir ku dema dema penaberên sûriyeyî bêyî destûr ji dikanekê radikin dermanê çandiniyê, komeke ku ji şênyên taxê li wan didin û got, bi awayekî nezan bûyera derbkirinê, wek "sûriyeyî kuştin" radigihînin penaberên li konan. Gultekin, anî ziman ku li holê pêvajoyeke provakasyonê heye û got, li ser îdia ku ciwanekî sûriyeyî miriye, penaberên sûriyeyî yên din jî bi dar û çekan dadikevin kuçeyê.
Gultekin, anî ziman ku niştecihên herêmê ne li hemberî penaberan, li hemberî saziyên dewletê yên ku baş tevdîr negirtine bibertek in. Gultekin, hişyar kir ku heke di navbera niştecihên taxê û penaberan de bariyerek neyê çêkirin, dibe ku komkujî jî çêbibin û got, ji ber van qewimînan elewiyên ereb û penaberên sûriyeyî nerihet in.
Gultekin, diyar kir ku dê mesele bi tehliyekirinan çareser nebe, dê ev li cihên din jî bibe cihê provakasyonan. Gultekin, anî ziman ku heke ji bo penaberan serî li rêbazeke tahliyekirina ji bo bicihkirina li bajarên ser sînor an jî herêmeke Sûriyeyê bê danîn, dê ev bi xwe re rê li ber mirinan vebike.
'DIVÊ PÊVAJOYEKE CIDÎ YA ENTEGRASYONÊ BÊ SEPANDIN'
Gultekin, dest nîşan kir ku divê dewlet ji bo penaberan planeke cidî çêbike û got, divê pêvajoyeke cidî ya entegrasyonê bê sepandin. Gultekin, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji entegrasyonê tişta tê fêmkirin tenê ew e ku; li dijî welatên din penaber wek koz tên bikaranîn. Gultekin wiha axivî: "Aşkere ye ku dê bi tehliyekirinan pirsgirêk neyê çareserkirin. Dema bi entegrasyonê li dijî welatên din wek koz tên bikaranîn, ev jî bi xwe re provakasyonan derdixîne holê. Mîna li Mereşê an jî mînakên li cihên din, tenê pirsgirêkên ku gelan bera hev didin derdixîne holê. Tu bikî nekî ev jî bi xwe re pêvajoyên pevçûnî tîne."