AMED - Beriya daxuyaniya ku dê hevşaredarên navçeyê yên bi fermana walîtiya Amedê ji peywirê hatin xistin bidin, polîsan li ber deriyê şaredariyê barîkat danîn.
Piştî Walîtiya Amedê destdanî ser 13 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi tevlîbûna 13 hevşaredarin re dê li ber şaredariya Peyasê daxuyaniyek bê dayîn, beriya daxuyaniyê polîsan derdora şaradariyê dorpêçkirin. Piştî polîs bi dehan wesayîkên zirxî û TOMA’yan ketin bexçeyê şaredariyê, riyên ketina şaredariyê hatin girtin.
Li gorî agahiyên ji midûrê polîsan hatine girtin, daxuyaniya hevşaredaran û çalakiyên wan ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatine qedexekirin û destûr nayê dayîn.
Sekinînan li ber şaredariyê berdewam dike.