Heta kiryar bên darizandin dê şîna Kemal bidome

MELETÎ - Malbata Kemal Kurkut ê li Amedê di Newrozê de hate qetilkirin hê jî di şînê de ye. Malbat dixwaze polîsên kujer bên cezakirin, Korkut di nivîsekî xwe de wiha gotiye: "Li vî cihanê tişta herî ne baş rijandina xwînê ye. Ez naxwazim xwînê birijînim."

Xwendekar^Zanîngeha Înonuyê Kemal Kurkut di 21'ê Adarê de dema ku ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe hatibû li ser cadeya Evrîm Alataş de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Li ser qetilkirina Kurkut de mehek derbas bû. Meqamên fermî der barê qetilkirina Kurkut de ewil daxuyaniya "bombekarê zindî" dan lê piştî ku di "dîhaberê" de wêneyên qetilkiran Kurkut hatin weşandin vê carê daxuyaniyên xwe guherandin. Li ser bihistiyariya raya giştî di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de 2 polîs ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan. Li mala malbata Kurkut a li Meletiyê şîn jî şoqa ku hatiye jiyankirin jî hê bi dawî nabûye.

ODEYA WÎ KILÎT E

Odeya Kemal Kurkut ê du li ayilê çepê ya têketina malê ye ji wê rojê heta niha kilît e. Dema ku dayika wî dikeve odeyê ji ber ku ji xwe ve diçe deriyê odeyê hatiye kilîtkirin. Dema ku deriyê odeyê tê vekirin hema posterê Ahmet Kaya ê li diwar hatiye daliqandin balê dikişîne. Li ser posterê Kaya helbesta "Ez serî radikim" nivîsandiye. Birayê Kemal, Cihan Kurkut dibêje ku gelek heç ji Ahmet Kaya dikir. Notayên strana Ciwan Haco ya "Hevala Evîndar" a bi kemana xwe ve dixebitî lê ser maseya wî disekine. Cihan Kurkut diyar kir Kemal ewil li gitarê daye û piştre jî li orgê daye û bi vî rengî ezmun qezenc kiriye lê Kemal zêdetir hez ji kemanê dike. Cihan Kurkut bal kişand li ser mezinbûna hêvî û xeyalên Kemal û wiha got: "Bi îşkenceya li cenazeyê Kemal hate kirin em gelek caran kuştin."

Bira Kurkut ê gotina "Şahidên bûyerê, şahid, belge û wêne hene. Ev bi awayeke aşkera înfazeke bêdaraz e. Divê ev li cem yên kirine nemîne" bi kar anî got ku ew darizandineke adil dixwazin. Bira Kurkut da zanîn ku ji ber li ser dosyayê biryara veşarîbûnê heye nikarin agahiyan bigirin, hewldana tarîkirina delîlan heye. Bira Kurkut destnîşan kir ku birayê wî vî heq nake, beriya 4 rojan ji dozgeriyê gazî wan kirine, dozger têkîldarî cînayeta bi awayeke aşkera hatiye kirin tiştek negotiye tenê der barê jiyana Kemal de pirs ji wan kirine.

Bira Kurkut diyar kir ku divê li hemberî înfazê bêdengî nebe.

'GOTIN DARBEST BIECIBÎNIN'

Pismamê Kurkut ê ku bi Kemal re heman nav lê hatiye danîn, Kemal Kurkut diyar kir ku dema ku cenaze anîne Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê kirinên peywirdaran û şaredariya Battalgazî ya AKP'î kir û wiha got: "Wesayîta cenaze nedan. Dema ku cenaze dihat şuştin av qut kirin. Ji bo em li cem bavê wî defin bikin me gor koland. Polîsan bi ser goristanê de girtin û bi hinceta qada 'sîtê ye' destur nedan." Pismam Kurkut têkîldarî nêzîkatiyên peywirdarê xasîlxaneya Battalgaziyê jî wiha anî ziman: "Li ser evqas tiştên ku hate kirin me darbast xwest. Peywirdar got ku ew nikare darbestên li ser navê şaredariyê heye bide. Ji me re got ku biçin depoyê hin darbestên kevn hene ji wan yekî biacibînin."

'BILA CANÊ DAWÎ YA BI ZILMÊ HATIYE GIRTIN BE'

Apê Kurkut, Yusuf Kurkut jî diyar kir ku ji bo yên ku biraziyê wî kuştine bên darizanin çi ji destên wan bê dê bikin lê li kîjan deriyê didin li dijî wan in. Ap Kurkut, destnîşan kir ku ew ê heta dawî têkoşîna hiqûqî bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê kesên ku Kemal kuştine bên cezakirin ku qesta canên din neyê kirin. Ev yekem Kemalê ku ji me hatiye girtin nîne. Ji bo ku ev canê dawî ya bi zilmê ji me hatiye girtin be em ê têbikoşin."

DAYIKA WÎ TIŞTÊN KURÊ XWE DIXWAZE

Serdanên ji bo malbata Kurkut jî didome. Dayika Kurkut, Sîncan Kurkut diyar kir ku tiştên ku dema qatlîama Enqereyê dîtiye gelek bando li wî kiriye, herî dawî, roja dawî bi şev li baxçeyê dema rojnivîska xwe dinivîsand dîtiye. Dayik Kurkut wiha axivî: "Kemal xweşik bû. Efendî bû. Em aciz nedikir. dijun nedikir. Heqê kesekî nedixwar. Dilê kesekî nedişikand. Tu sûcê wî tunebû."

Dayik Kurkut dixwaze tiştên kurê wê, cilên wî, pirtûkên wî û rojnivîska wî bidin wê.

'ÊN XWÎNÊ DIRIJÎNIN NEXWEŞ IN'

Kemal ne tenê bi muzîkê ve eleqedar nedibû, dem bi dem helbet jî nivîsandiye. Meheke beriya ku bê kuştin nivîsa ku nivîsandiye wiha ye: "Li vî cihanê tişta herî xirab xwîn rijandin e. Yên ku xwînê dirijînin nexweş in. Ez naxwazim xwînê birijînim. Ez nikarim zirarê bidim canê ku xwedê daye. Dilên ku bi hezkirin, rêz, xweşikbûn aştî heye dikarin hez bikin. Divê em xweşikbûna li hundirê xwe bibînin. Dê ew roj bi xweşikbûnan tijî bibe ku li jiyana we belav bibe. Divê em alîkariyê bidin hev. Rojnivîskê bigirin û mehê careke bixwînin. Jixwe hûn ê xwe bibînin."

Lezgîn Akdenîz - dîhaber