AMED - Saziya Tiba Edlî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" da girtiyê bi navê Celal Şeker ê ji sedî 97 astengdar e û ji ber nexweşiya dil pê re heye û divê bê ameliyatkirin.
Saziya Tiba Edlî ya girêdayî Wezareta Dadê rapora "dikare li girtîgehê bimîne" da girtiyê bi navê Celal Şeker ê ji sedî 97 astengdar e û ji ber nexweşiya dil pê re heye û divê bê ameliyatkirin. Nexweşxaneyên dewletê zêdetirî 10 raporên ku ger ku li girtîgehê bimîne dê xetereya jiyanê derxîne holê dabûn Şeker. Şeker ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne beriya ku bê girtin 4 caran ji bo diyalîza perîton, rojê 2 caran jî li nexweşxaneyê dermankirina hemodiyalîzê didît. Jibilî vê jî nexweşiya dil, damarên wî xitimiye, tansiyona bilind û fitiq pê re heye, di pişika wî de jî ur heye. Çavekî Şeker nabîne û yê din vî her diçe nabîne. Rewşa Şeker her diçe nebaş dibe û gelek nexweşxaneyan rapora "ger ku li girtîgehê bimîne dê xetereya jiyanê derkeve holê, divê demeke dirêj bê dermankirin, li girtîgehê bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne, divê înfaza wî bê taloqkirin" dan. Jibilî vê jî Şeker ji sedî 97 astengdar e û rapora wî heye.
Malbata Şeker û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ku Şeker di di nexweşxaneyeke de bê dermankirin û cezaya wî bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. Dozgeriyê jî Şeker sewqî Saziya Tiba Edlî kir. 3'yemîn Lijneya Îhtisasê ya Tiba Edlî ligel ku qebûl kir pirsgirêkên tenduristiyê yên Şeker heye û divê bê dermankirin jî raporeke skandal a "dikare jiyana xwe bi tena serê xwe bidomîne" da.