ERZIROM - Ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 23 girtî hatin sirgûnkirin û nayê zanîn ku sirgûnî kîjan girtîhê hatine kirin.
Li girtîgehên bajarê Tirkiyê û Kurdistanê sirgûnkirina girtiyan didomin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê ku bi malbatên xwe re bi telefonê hevdîtin pêkanîn diyar kirin ku hefteya bihûrî 23 girtiyên ji doza PKK’ê girtîne yên navê wan nayên zanîn hatine sirgûnkirin.
Girtiyan da xuyakirin ku nayê zanîn ku hevalên wan sirgûnî kîjan girtîgehê hatine kirin. Her wiha girtiyan ragihandin ku binpêkirina mafan ên li dijî wan zêde bûne û gelek mafên wan tên astengkirin.