ŞIRNEX - Li çoltera gundê Elemûnê ya Qilebalê pevçûn derket. Di pevçûnê de li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.
Li çoltara gundê Elemûnê yê navçeya Qilebana Şirnexê wextê opersayona leşkerî pevçûn derket. Li gor agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di pevçûnê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 2 leşker birîndar bûn. Piştî pevçûnê gelek ambulans ji Qileban û navenda Şirnexê sewqî herêmê hatin kirin û leşkerên mirî û birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex û Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnex.
Her wiha gelek wesayîtên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin û li herêmê tevgera hewayî ya helîkopteran zêde bû.