STENBOL - Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî tevlî bernameya bîranînê ya ku Weqfa Hrant Dînk ji bo bîranîna Elçî li darxist bû û diyar kir ku bi kuştina hevjînê wê re dixwazin bêhêvitiyê di nava civakê de ava bikin.
Weqfa Hrant Dînk, bi boneya salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî, li Navenda Leyla Gencer Opera û Hunerê bernameya birînînê pêk anî. Di bernameyê de dovîzên “Hevdîtina Tahîr Elçî ya li Stenbolê” ku li ser kurdî û tirkî nivîsîne hatin daliqandin û sînevîzyonek hat pêşandan. Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrıkulu, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, rêveberên DÎSK û KESK’ê, Havalên Tahîr Elçî yên xebatê, rojnameger û akademisyen tevlî bermaneya bîranînê bûn.
Di biranînê de hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî, axiv. Elçî, diyar kir ku ji par were salek gelek zehmet jiyane û wiha got: “Di vê demê de gelek mirinên ku nayê hişê mirovan û wijdana mirovan qebûl nake hatin jiyîn. Qetilkirina Tahîr Elçî zayînek bû û ji wê rojê heta niha me rojek bi hizur derbas nekiriye. Piştî ew çû bajarek hat xirakirin.”
Elçî, anî ziman ku ew wekî kesekê ku di sedsala 21’an de jî ji dil dibêje ku Tahîr tenê ligel gelê bindest cih girt û xwest dengê wan bide bihîstin û wiha pêde çû: “Wî tenê xwest bibe xwedî welatekê ku mekanîzmayên hiqûqê tên bikaranîn, îşkence lê tune ne û mafê mirovan ê jiyanê bi nirx tê dîtin. bi kuştina hevjînê min re dixwazin bêhêvitiyê di nava civakê de ava bikin.”
Elçî, bi lêv kir ku ew di demek ku sebirê nîşanî keviran didin de dijîn û wiha axivî: “Piştî Tahîr çû ji bo kesên li pişt Sûran mane jiyana xwe bidomînin, jiyana xwe xistine wesayîtên destan û ketine ser riyan. Cihên dîrokî yên ku mîrateya gelanin hatin xirakirin. Vaye gotina ‘Em ê bibin Helep’ ev bû. Hiqûqnasek baş, parêzvanek mafê mirovan ê baş ew e ku binpêkirinên mafê mirovan bîne ziman û xwedî li nirxên xwe yên dîrokî derbikeveye.”