WAN - Doza Nîhat Ozîster ê, Dîlek Ozîster kuşt û 3 sal in berdewam dike careke din hate taloqkirin. Dayika Dîlek Ozîster a di dozê de axivî bi gotina "êdî bes e cezaya vî bidin" îsyan kir.
Doza Nîhat Ozîster ê ku di 2014'an de hevsera xwe Dîlek Ozîster kuşt li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Dayika Dîlek Ozîster, parêzera wê Mujde Tozbey Erden û bersûcê girtî Nîhat Ozîster beşdarî dozê bûn.
KEYA BERSÛC DEREWAND
Piştî tespîta nasnayeka keyayê taxa ku bûyer qewimî hate guhdarkirin. Keya li hemberî gotinên bersûc a "tekîliya wê hebû" wiha got: "Ez 13 sal in keyayê jî taxê me. Min tiştekî wisa nedît û nebîhist. Ev jin ji ber ku keseke wê tunebû li cem keyatiyê min kon veda. Li wir man. Jina ku mir tiştek nekir. Min nebihistiye."
Piştre Nîhat Ozîster careke din îdiaya xwe ya der barê hevsero xwe de dubare kir.
Dayika Dîlek Ozîster a ku di dozê de axivî Ayten Ozîster jî bi gotina "Ev derewan dike. Keça min tiştekî wisa nake. Ger ku bikira çima vî zilamî îfade neda. Êdî bes e cezayî wî bidin" îsyan kir.
Doz taloqî 21'ê tîrmehê hat kirin.