EDENE- Ji xwendekarên ku berê di waregeha xwendekaran a navçeya Aladagê ya şewat derket û 11 xwendekar û mamosteyeke jiyana xwe ji dest da maye diyar kir ku zarok li vir bi tasfiyeya qaymeqam li vir diman û hevalên wê ji ber îhmalkariyê mirine. Dîsa xwendekarê bi navê Muhammed K. jî bi gotina "Ev gund bi gund digerin û bi gotina 'em ê xwedî li zarokan derkevin' xwendekaran kom dikin lê van xwendekaran bi şewatê jiyana xwe ji dest dan" nerazîbûna xwe anî ziman.
Li navçeya Aladagê ya Edeneyê waregeha xwendekaran a ku tê gotin aydî cemaeta Suleymaniyan e di şewata ku derket de 11 xwendar û mamosteyek di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, 2 jê giran 22 xwendekar jî birîndar bûn. Cenazeyên xwendekarên ku jiyana xwe ji dest dan bi ambilansan ve rakirin Saziya Tiba Edlî û ji wir jî ji bo otopsiyê anîn Morga Goristana Asrî. Ji bo teşhîskirina cenazeyan ji malbatan numuneyên DNA'yê hate girtin. Birîndar bi nexweşxaneyan tên dermankirin û lêkolîna polîs û ekîbên îtfaiyeyê li cihê bûyerê jî berdewam dike.
'DERÎ DIHATIN KILÎTKIRIN'
Hate hînbûn ku waregeh ji 1975'an heta niha di bin kontrola cemaeta Suleymaniyan de ye avahiya 3 qatî textîn e û li erdê jî xalîçe hene, xwendekar bi sobeya ceryanê xwe germ dikirin. Hate gotin ku waregehê nêzî 50 xwendekar dimînin û li vir dersên olî tê dayîn, ji bo ku xwendekar nerevin jî derî tên kilîtkirin, jinek bi xwendekaran re dima.
Xwendekareke ku nexwest navê xwe bide wiha got: "Yên ku li vî waregehê dimînin bi tavsiyeya qaymeqam dimînin. Li vî navçeyê 3 waregeh hene. Van xwendekaran ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest dan."
'WAREGEH AYDÎ SULEYMANIYAN E'
Welatiyê bi navê Alî Kat ê diyar kir ajarokê wesayîta serwîsê ye û malbat bi daxwaza xwe xwendekaran li vê derê bi cih dikin û wiha berdewam kir: "Waregeha dewletê hilweşiya. Xwendekarên ku nekarîn li waregeha nû dewletê bi cih bibin li vir bi cih bûn. Xwendekarên ji gundên derûdorê hatine li vir in. Bi salan e ev waregeh heye. Aydî Suleymaniyan e. Yên ku jiyana xwe ji dest dan hemû di qatê jorê de bûn."
PIRANÎ XWENDEKARÊN POLA 6'EMÎN IN
Ji xwendekarên li navçeyê dixwîne Muhammed K. jî destnîşan kir ku li navçeyê yek jê ya xwendekarên keç du waregeh hene yek jî waregehekî dewletê heye. Muhammed K. wiha got: "Beriya 4 mehan ev xwendekar li wir bi cih bûn. Piraniya wan xwendekarên pola 6'emîn in. Li avahiya nû ji ber ku cih tunebû malbatên xwendekaran ew li vir bi cih kirin."
'NERDIWENA ŞEWATÊ KILÎT BÛ'
Muhammed K. diyar kir ku şewat li mutbaxê derketiye û ji ber ku derî kilîtkirî bûne xwendekarên qatê jorê jiyana xwe ji dest dane û şewat ji qontaxa ceryanê derketiye û wiha axivî: "Ji bo ku xwendekar nerevin nerdiwena şewatê tê kilîtkirin. Heke kilît vekirîbûya xwendkar dê xilas bûbana. Ev gund bi gund digerin û xwendekaran kom dikin. Bi gotina em ê xwedî li zarokan derkevin vê dikin lê van xwendekaran can dan. Textîn bi boyaxê boyax kirine. Dê ji bo vî bûyerekî jî qurbanekî bibînin û li ser bigirin."
8 SAL IN BIRYAR AŞKERA NEKIRIN
Piştî vî bûyerê bala hemû kesan çû li ser bûyera ku salên borî li Konya û Amedê pêk hat û kursên quranê yên aydî Suleymaniyan de zarokên ku jiyana xwe ji dest dan. Li bajaroka Balcilar a navçeya Taşkentê ya Konyayê di 1'ê tebaxa 2008'an de li kursa quranê di encama teqîna tup de 18 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî vî bûyerê Midûrê Waregehê Huseyîn Çomlek, nûnerên waregeh û komeleyê Mehmet Semercî û Mehmet Goktaş ji aliyê cendirmeyan ve hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyê Mehmet Goktaş hatibû berdan, huseyîn Çomlek û MEhmet Semercî demekî girtî man û hatin berdan. Doza ku der barê 11 kesan de hatibû vekirin ligel ku 8 sal derbas bûye jî hê bi encam nebûye.
LÊPIRSÎN JÎ NEHAT VEKIRIN
Li navçeya Pasûrê ya Amedê jî li kursa quranê ya li gundê Karaagaçê piştî ku sobeya ceryanê ya avahiyê qulubî şewat derketibû û 6 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabû. Gundiyan 3 xwendekar xilas kirin. Cenazeyê zerokan li ser deriyê balkonê hatibûn dîtin. Serokatiya Karên Diyanetê ji bo îhmalkariyê lêkolîn bike 2 mufetîf peywirdar kir. Di encama vî lêpirsînê de lêpirsîn jî nehat vekirin û li ser bûyerê hat girtin.
WEZÎR SÛC QEBÛL NEKİR
Cîgirê Serokwezîr Veysî Kaynak, têkildarî şewata Wargeha Xwendekaran, dijberî malbatan parast ku tu pirsgirêka derî tune ye û deriyê pêpeloka agir vekirî bû. Têkildarî mijarê Cîgirê Serokwezîr Veysi Kaynak, diyar kir ku lêkolîna wan berdewam dike û parast ku sedema mirinê ne merdîwena agir e. Xizmên xwendekaran diyar kirin ku deriyê pêpeloka agir girtî bû. Wezîr jî dijberî vê yekê parast ku deriyê pêpeloka agir vekiriye.