ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrgulê nêzî Tabura İkizce di destê zarokan de teqemeniyek teqiya û 4 zarok birîndar bûn.
Li Bajaroka Dêrgula Şirnex duh danê êvarî 4 zarokên ku nêzî sergoya Tabura İkizcê bi cîsmekê dilîstin teqîn pêk hat. Zarokên bi navê Emre Bozveren (10) û Mehmet Barim (11) bi giranî birîndar û Huseyin Acet (12) û Cumali Kalkan (11) bi awayekî sivik birîndar bûn.
Zarokên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxaleyê 2 zarokên sivik birîndar bûn hatin dermankirin. Bozveren ê giran birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hêj di lêgerîna giran de ye. Hat zanîn ku Barim ê giran birîndar bûye jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê kirine.