NAVENDA NÛÇEYAN – CHP’ê ji ber biryara bikaranîna pusulayên deng ên bê morkirî ya YSK’ê serî li Daniştayê da.
Partiya Gel a Komarê (CHP) ji ber biryara bikaranîna pusulayên deng ên bê morkirî ya YSK’ê bê betalkirin serî li Daniştayê da. Serlêdan ji aliyê parêzerê CHP’ê Atilla Kart ve hat kirin.
Kart piştî serlêdanê axivî û diyar kir ku makazagon zelal e û karên îdarî di bin venêranê de ye. Kart ev tişt gotin: “Heke daxwaza me bê pejirandin sedemên Daniştayê girîng in. Sedem jî zelal in. Ev tesnîfeke nû dixwaze. Nêzîkê hezar sindoqan de dengên blok hatine bikaranîn. Hewcehî jimartina van dengan heye. Nexwe we heke tutanakek negirtibe ev îhlaleke mezin e.”