Li Bazîdê qeyûm 20 kes ji kar derxistin

AGIRÎ- Li Şaredariya Bazîdê ya qeyûm tayînê wê hat kirin, 20 kes ji kar hatin derxistin.

Li Şaredariya Bazîdê ya ku Qeymeqam Ulaş Akhan wek qeyûm tayînê wê hat kirin, bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyî" 20 karker ji peywirê hatin dûrxistin. Îro 15 karkerên daîmî û 5 karmend ji peywirê hatin dûrxistin. Her wiha berê jî 62 kes bi hinceta "Lêpirsîna ewlehiyî" ji peywirê hatibûn dûrxistin.