DERSIM - Bavê Murat Gun ê li Çemê Çetê yê Dersimê di bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest da, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştevaniya ji bo Gun ê ku 58 roj in di grevê de didomin û her wiha polîs bi hinceta Qanûna Qebehetan 13 hezar û 166 lîre ceza li Gund birîn.
Di 7'ê Mijdara 2016'an de, Çemê Çetê yê di navbera navenda Dersimê û navçeya Xozatê de ye hatibû bombebarankirin û di vê bombebaranê de 11 DHK-C'yî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji vana hîn jî 10 cenaze teslîmî malbatan nehatine kirin. Ji 11 DHK-C'yiyên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan yek jê Murat Gun e. Bavê Gun, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire ev 58 roj in li Qada Seyîd Riza di greva birçîbûnê de ye. Gun, diyar kir ku hîn rayedaran bersive nedaye wan û got, heke bibe sedema mirina wî jî, heta ku ew cenazeyê kurê xwe wernegire, ew ê greva xwe bidomîne. Gun wiha axivî: "58 roj in di greva birçîbûnê de me. Me dixapînin. Cenazeyên me nadin me. Heta ku cenazeyên xwe wernegirin em ê li vi bin. Ola me çi emr kiribe, em ê li gor wê cenazeyê xwe defin bikin. Cenazeyên me nadin me, me şerpeze dikin. Bibe sedema jiyana min jî ez ê vê grevê bidomînim û ez ê cenazeyê kurê xwe wergirim."
JI BO PIŞTEVANIYÊ DÊ DÊ MEHEK TÊKEVE GREVÊ
Endamê TAYAD'ê Sezai Demirtaş, ji bo piştevaniyê dê ji roja duşemê pêve ji bo mehekê têkeve greva birçîbûnê. Demirtaş wiha got: "Roja duşemê ji bo piştevaniyê ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim. Hin jî ji bo lezandinê Dozgeriya Komarê ya Dersimê nivîsek ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê re nenivîsandiye."
Ji parêzerên Buroya Huqûqê ya Gelan Aycan Çiçek jî, anî ziman ku ji bo lezandina dosyeyê ew dîsa çûne dozgeriyê. Çiçek, diyar kir ku ji bo cihê ku bûyer lê qewimiye bibe goristan wan berê serî li Qeymeqemtiya Xozatê dabû lê bi hinceta herêm 'Herêma ewlehiya taybet e' daxwaza wan nehatiye qebûlkirin.
Çiçek, diyar kir ku ji bo hestiyan radestî malbatan bikin wan serî li dozgeriyê daye û got, lê belê dozger gotiye perçekirina hestiya û veguherandina wan a ji bo tozê wextekî zêde divê. Çiçek, anî ziman ku ji bo lezandina vê dozgerî tiştekî nake û got, heta ku ew cenaze wernegirin dê Kemal Gun li vir li ber xwe bide.
13 HEZAR Û 166 LÎRE CEZA
Her roj bi hinceta Qanûna Qebehetan cezayê pereyî li Kemal Gun tê birîn. Parêzer Çiçek, dest nîşan kir ku mebest ji van cezayan "sabotekirina çalakiyê" ye û ev der cihê parkê û rûniştinê ye. Çiçek, da zanîn ku wan îtirazî van cezayên pereyî kiriye û ev biryara ne biryareke huqûqî ye û ew vê biryarê nas nakin. Heta niha 13 hezar û 166 lîre cezayê pereyî li Gun hatiye birîn.
Çiçek, der barê rewşa Gun ê ku 58 roj in di greva birçîbûnê de ye agahî dan û got ku niha rewşa wî ya tenduristiyê baş e. Çiçek wiha axivî: "Lê rîsk e. Zilamekî 70 salî ev 57 roj in di grevê de ye. Dibêje heta ku ew hestiyên zarokên xwe wernegire, çi dibe bila be ew ê dev ji grevê bernede. Yanî dê bitêkoşe, lê her roja ku dibuhure li aleyha wî ye. Yanî ev rewş dibe ku bibe sedema jiyana mirovekî din jî."