Berxwedana jinekê û darekê ya bi sedan salan: Şarê Domê

MÊRDÎN - Li gundê Tizyan yê Artûkluyê, "Dara Şarê Domê" ya ku sembola berxwedêriya jina kurd Domê ya ku ji aliyê hikumdar ve zewac lê hatiye ferzkirin, bi sedan sal in li ser piya ye. Hîn jî welatî tim çîroka Dara Şarê Domê vedibêjin.

Gundê Tizyan ê Artûkluya Mêrdînê yê ku bi avahiyên xwe yên dîrokî balê dikişîne, di heman demê de warê têkoşîna jineke kurd a berxweder a ku hema bêje hindik maye bê jibîrkirin ne jî. Dara "Şarê Domê" ya bi pîne û terîşên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û li têketina gund hîn li ser piyane jî, vê çîrokê temsîl dike. Çîroka dara ku ji aliyê jinên gund ve wek dareke pîroz tê dîtin xwe dispêre sedsala 14'emîn ango heta dema Dewleta Akkoyunan. Çîroka keça kurd Domê ya ku padişahê Akkoyunan Hesenê Dirêj xwest bi zorê pê re bizewice, li gel ku bi sedan sal di ser re derbas bûne, hîn jî nehatiye jibîrkirin.

Welatiyê bi navê Abdulkadîr ku ev demek dirêj e çîroka taxê lêkolîn dike jî yek ji wan kesan e ku ev çîrok ji bîr nekiriye. Kanat ê ku bi gotina "Ev dar jiyana keseke ku li hemberî desthilatdariyê jiyana xwe ji dest daye ango 'Dara Şarê Domê' ye" dest bi axaftinê kir û wiha çîrok vegot: "Li gorî vegotina mezinan ev ax di bin desthilatdariya Padîşahê Akkoyûniyan Hesenê Dirêj de bû. Hesenê Dirêj rojekê ji bo mayînê tê gund. Helbet gundiyan rûyê qirêj yê Hesenê Dirêj ku bi zorê gelek jin desteser kiribûn dizanibû. Ji bo ku pirsgirêkek dernekeve, gundiyan Hesenê Dirêj ezimand.

Wê demê 3 jê keç û yek jê xort 4 zarokên Şêx Huseyîn jî hebûn. Domê ya 16 salî ji yek ji van zarokan e. Hesenê Dirêj jî dema tê gund Domê ya ku ji bo avê hatibû ser kaniyê dibîne. Hesenê Dirêj ferman dide gundiyan û dibêje, 'Wê keçê bixemilînin û ji min re bînin'. Gundî jî ji gotina Hesenê Dirêj hêrs dibin û wê demê rûspiyê gund Xemrevîn jî li ser xwarinê ye. Xemrevîn jî hêrs dibe û Hesenê Dirêj dide ber kulman. Leşkerên Hesenê Dirêj jî li hemberî helwesta Xemrevîn şaş dimînin.

LI DIJÎ SERDESTIYÊ BERXWEDANA GUNDIYAN

Li ser vê yekê gundiyan jî bi tevr û bêrên xwe Hesenê Dirêj dîl digirin. Generalê Hesenê Dirêj jî baş hay ji rewşê çêdibe û sed hêvî û rica ji gundiyan dike û Hesenê dirêj xelas dike. Hesenê Dirêj jî vedigere Amedê.

DOMÊ BI KESREWANA XWE DALIQÎNE

Hesenê Dirêj jî dikeve nava hewldana tolhildanê û ji generalê xwe re dibêje 'Divê tu gundê Tîzyanê bişewitînî û ez ê li ser bircên Surê temaşe bikim. Tê Domê jî bi xwe re bênî.' Fermana Hesenê Dirêj li gund tê bihîstîn û Domê jî dibêje, 'Ji ber min gund dê were şewitandin û divê ez gundiyan ji zilmê xelas bikim û nekevim destê wî zalimî'. Domê bi kesrewana xwe, xwe bi dara lê têketina gund e daldiqîne û dikuje. Leşkerên ku tên û li têketina gund Domê dibînin, vedigerin Amedê û bûyerê ji Hesenê Dirêj re vedibejin.

Hesenê Dirêj dest ji şewitandina gund bernade û dîsa berê leşkerên xwe dide gund û êrîşî gundê Tizyanê dike. Her çi qas gundî li ber xwe bidin jî, Hesenê Dirêj gund dişewitîne. Di êrîşa Hesenê Dirêj de gelek kes ji malbata Domê jî tê kuştin. Piştî demekê dûr û dirêj gundî navê Domê li dara ku xwe lê daliqand dikin û ji bo bi kesrewana xwe li darê daliqandî bû navê darê dikin Şarê Domê."

ŞARÊ DOMÊ BÛ ZIYARETGEHA JINAN

Kanar anî ziman ku, Şarê Domê ji wê rojê ve bûye ziyaretgeha jinan û wiha axivî: "Dar bi mezinbûnê re zûha dibe û em jî dibirin. Piştî tê birîn, demekê şûn ve ji nû ve hêşîn dibe. Jinên gund qîmetê didin Dara Şarê Domê. Xweziyan dixwazin û paçan pê ve girêdidin. Li gor vegotina pîrka min, 'Ev dar dara jina ku li dijî dagirkerî û zordestiyê çalakiya fedaî pêk aniyî ye'."

Gokhan Altay/ Aynur Înedî- dîhaber