STENBOL - Sendîkaya Basin-Îş a girêdayî DÎSK'ê bal kişand li ser pêkûtiyên li ser xebatkarên çapemeniyê û wiha got: "Em hêza xwe ji hevalên me yên li girtîgehan dîl tên girtin û baweriya xwe ya bi rastiyê digirin. Em ê bêdeng nebin."
Sendîkaya Basin-Îş'ê ya girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkîldarî pêkûtiyên li ser rojnamegeran ên ku di demên dawî de zêdetir bûye daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî referandumê pêkûtiyên li hemberî rojnamegeran zêde bûne û wiha hate berdewamkirin: "Li Tirkiyeya ku dojeha rojnamegeran e piştî encamên referandumê edîtorê sendîka.orgê Alî Ergîn Demîrhan ê ku geşedanên li eniya 'Na' regihand û 32 caran malpera wan hate astengkirin 48 saet in di bin çavan de ye. Bi hinceta OHAL'ê ji bo Demîrhan 7 roj dema binçavkirinê hate xwestin. Hevalê me yê rojnameger ê li Qereqola Atişalani ya Esenlerê tê ragirtin bi îdiaya 'hewldaye encamên dengdanê nerewa nîşan bide, çalakiyên di çapemeniya civakî de organîze kiriye, gel teşwîqî kîn û dijminatiyê kiriye" hate binçavkirin. Polîsan heman rojê bi ser malpera sendîka.org jî girtin. Em Nêzîkatiyên alîgir ên li dijî azadiya çapemeniyê teşhîr dikin û bi bîr dixin ku azadiya çapemeniyê dê rojeke ji bo wan jî pêwîst be."
REWŞA ROJNAMGERAN HATE PARVEKIRIN
Basin-Îş'ê rewşa rojnamegeran wiha parve kir:
" Aşkera ye ku nûçeyên têkîldarî nerazîbûnên li dijî encamên referandumû, îtirazan, tên astengkirin. Li Îzmîrê dema çalakiyên şermezarkirinê ya li dijî YSK'ê de damezirînerê Kolektîfa Kolanê ya Kamera Kazim Kizil hate girtin.
Polîsan bi ser mala edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok ê ku di Newroza Amedê de qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê bi guleya polîsan bi wêneyan kişand de girtin. Li malê 4 pirtûk. kovarek û 2 telefonên nayên bikaranîn hatin desteserkirin.
Mala rojnameger Îrfan Degîrmencî yê ku beriya referandumê gotibû dê dengê Na bide û ji Koma Dogan hate avêtin, hat gulebarankirin.
Ji bo gelek rojnamegerênbiyanî yên ku akredîtasyona wan hatine betalkirin jî şertên Tirkiyeyê bûye neewle. Rojnamegerê îtalyanî Gabriele Del Grande ê di 9'ê nîsanê de li Hatayê hate binçavkirin hê jî nehatiye berdan. Rojnamegerê ku di 18'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiriye li navenda paşveşandinê ya li Muglayê tê ragirtin."
'EM Ê BÊDENG NEBIN'
Di dawuya daxuyaniyê de wiha hate gotin: " Li Tirkiyeyê di rewşeke ku xebatên rojnamegeriyê bi temamê tê krîmînalîzekirin de aşkera ku piştî referandumê pêkûtiyên li ser rojnamegerên ku mafê ragihandinê hewl didin pêk bînin û gel agahdar bikin zêde bûye. Lê em hêza xwe ji hevalên me yên li girtîgehan dîl tên girtin û baweriya xwe ya bi rastiyê digirin. Em ê bêdeng nebin."