Ji ÎRA'yê rapora binpêkirinan a 112 rojan: Li Tirkiyeyê 166 rojnamger girtî ne

AMED- Di foruma ku bi munasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî ya ku ÎRA'yê li dar xist de rapora têkîldarî pêkûtî, êrîş, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniyê hat aşkerakirin. Di raporê de hate gotin ku li Tirkiyeyê 166 rojnamger girtînê.

Bi munasebeta salvegera 119'emîn a Roja Rojnamegeriya Kurdî însiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA) di foruma ku li Amedê li dar xist de binpêkirinên mafan ên li dijî çapemeniyê hate aşkerakirin. Forum li Kafe Duçem a li Sûrê hate lidarxistin û ji Gazete Şûjin, dîhaber, Însiyatîfa Rojnamgerên Azad, belavkarên rojnameyan, Evrense, Rojeva Medya û gelek xebatkarên çapemeniyê beşdar bûn.

Li cihê ku form hate lidarxistin wêneyên Midûrê Karên Nivîsan a Azadiya Welat Rohat Aktaş ê li Cizîrê hate qetilkirin, edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan, Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan a ku li Şengalê ji aliyê PDK'ê ve hate qetilkirin daliqandin û pankarta "Roja 119'emîn a rojnamegerên kurd pîroz be" hate vekirin.

Beriya forumê Berdevkê ÎRA'yê Hakki Boltan rapora binpêkirinên li dijî çapemeniyê aşkera kir. Boltan roja rojnamgeran pîroz kir û got ku ew hêvî dikin ku rojnameger di şert û mercên azad de rojnamegeriyê bikin.

Rapora ku hate aşkerakirin de wiha hate gotin:

'ÇAPEMENİYA KURD BÛ DENGÊ HEMÛ KESAN'

"Em berî her tiştî 119’emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî li we tevan pîroz dikin. Em hevî dikin ku ji niha û şûnde êdî Rojnameger azad Rojnamegeriyê bikin.
Me 119 salên Rojnamegeriya Kurdî li pey xwe hişt. Me bi Rojnameya KURDISTAN dest pê kir. Em îro gihiştin dehan kovar, rojname, radyo, televîzyon, ajans û malperên nûçeyan. Kurd bi rojnameyekê ketin rê û îro artêşa çapemeniya xwe ya profesyonel ava kiriye. Her çend zext tu car kêm nebûn jî, tevî hemû zextan çapemeniya kurd gihişt konaxek gelek mezin. Îro çapemeniya kurd bi hemû weşanê xwe bi rojnamegeriya cîhanê re di pêşbirgê de ye. Hem bi rojnamegeriya xwe, hem jî bi weşangeriya xwe karê xwe bi profesyonelî dike û rê li pêş civakê vedike. Pêşiya civakê ronî dike.

Mixabin bi taybetî di 2 salên dawî zextên li ser çapemeniya kurdî kêm nebûn. Tenê sala par li Tirkiyeyê piştî şer dest pê kir, zextên li ser çapemeniya muxalif jî zêde bû. Di vê pêvajoya ku şer dest pê kir de herî zêde çapemeniya kurd a muxalif bû hedef. Herî zêde ajansên nûçeyan ên wekî DÎHA, JINHA û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Cumhuriyet bûn hedef. Tenê DÎHA piştî 48 çaran hat sansurkirin û astengkirin, bi biryara KHK’ê re hat girtin. JINHA jî dîsa piştî 12 caran hat sansurkirin hat girtin.

DI 2916'AN DE 17 ROJNAMGER HATIN KUŞTIN

Li gorî daneyên roj bi roj di sala 2016’an de 17 rojnameger hatin kuştin. 352 rojnameger hatin binçavkirin. Ji vana 109 rojnameger hatin girtin Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihişt 146’an.
318 weşanên çapemeniyê hatin girtin-astengkirin.

Di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin. Ji van 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin. (Tenê di serdema OHAL’ê de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan).

KARTÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN BETALKIRIN

780 kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hatin betalkirin.

Di vê pêvajoyê de herî kêm 66 rojnameger dema hatin binçavkirin rastî lêdan û heqiyê hatin, 6 rojnameger jî dema nûçe dişopandin rastî lêdan û heqiyan hatin. Herî kêm 180 rojnameger di şopandina nûçeyan de rastî gefên devkî hatin. Herî kêm pasaportên 49 rojnamegeran hatin betalkirin. Herî kêm kartên çapemeniyê yên 780rojnamegeran hatin belatkirin. Weşanên çapemeniyê 829 caran hatin astengkirin. 42 rojnameger rastî êrîşan hatin.

Di 3 meh û 20 roj (110) rojên dawî de:

Zextên li ser çapemeniyê di sala 2017’an de hîn zêdetir bû. Di 2017’an de jî binçavkirin, girtin, kuştin kêm nebû. Di demsala yekem a 2017’an de;

Bi giştî îro 166 rojnameger girtî ne.

82 rojnameger hatin binçavkirin.

17 rojnameger hatin girtin,

35 rojnameger rastî lêpirsînê hatin,

9 rojnameger rastî êrîşê hatin,

6 rojnameger rastî dozê hatin,

30 rojnameger rastî ceza hatin,

2 rojnameger hatin dersînorkirin,

2 tv hatin girtin,

2 rojnameger hatin kuştin. Rojnameger Nujiyan Erhan li Şengalê rojnameger Şifa Gerdî li Musulê hat kuştin.

6 rojnameger di êrîşên KDP, DAÎŞ û polîsan de birîndarbûn,

17 amûrên rojnamegeran (Kamera, fotoğraf makinesi, bilgisayar tlf.) hatin desteserkirin,

3 malper hatin astengkirin tenê dîhaber 6 caran hat astengkirin.