MÊRDÎN - Li 7 gundên navçeyên Kerboran û Mîdyatê qedexeya di 19'ê Nîsanê de hatibûn îlankirin bi dawî bû.
Walîtiya Mêrdînê li gundên Rowere, Gizre, Guvenlî u Yeşiloz yên Kerboranê û gundên Yumurtali, Marenka û Doluca yên Mîdyatê di 19'ê Nisanê de qedexeya derketina devre îlan kiribû. Walîtiyê piştî qedexeya 3 rojan rakir.