RIHA - Ji 15 kesên têkildarî teqîna li Wêranşarê hatibûn girtin jê 10 kes hatin berdan. Li Serêkaniyê jî 2 kesên li strana kurdî guhdar kirin hatin girtin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di 18'ê Sibatê de li avahiya dozger û dadgeran a Savcilar Sitesi teqîn pêk hatibû. Piştî teqînê li tevahiya Wêranşar û gundê wê operasyon pêk hatibû û 15 kes hatibûn girtin. i 15 kesên hatin girtin jê 10 kes hatin berdan. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu piştî daxuyaniyê kesên hatibûn binçavkirin wekî berpirsiyarê bûyerê nîşan dabû. Lê derket holê ku tu têkiliya wan kesan û bûyerê bi hev tune ye. Di rûniştina navber de kesên bi navê Mustafa Turk, Mehmet Gezgor, Haydar Kizilboga, Aydin Ozçakici, Felemez Dinek û 5 kesên din serbest hatin berdan. Parêzerê girtiyan Mustafa Vefa, diyar kir ku tu dêkiliya bûyerê û van kesan bi hev tune ye û hemû ji ber parvekirinên medya civakî hatine girtin.
Ji 15 kesên hatibûn girtin girtina 5 kesan didome.
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî 2 kes jî bi sedema ku li strana “Biji YPG” guhdar kirin hatin girtin. Kesên hatin girtin Turgay Ozgun û Abdullah Ozgun piştî 3 rojan di bin çavan de man, ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sulh Ceza ve bi îdîaya "Propaganda rêwistinî" biryara girtinê da û şandin girtîgehê.