STENBOL- Dr. Hulya Şen a ku ji bo betalkirina referanduma guhertina qanûna bingehîn ji Stenbolê meş da destpêkirin dê sibehê li Enqereyê be.
Meşa Dr. Hulya Şen a ku ji bo referanduma 16'ê Nîsanê ya guhertina qanûna bingehin ji Stenbolê ber bi Enqereyê meş da destpêkirin meşa xwe didomîne. Şen a ku ji Eskîşehîrê derket rê li bendê ye ku di saetên êvarê li navçeya Polatlıya Enqereyê be. Şen bi taybetî ji gundên ku derbas dibe eleqeyeme mezin a jinan dibîne. Şen a ku di meşa xwe de piştgiriyeke mezin a gel dît dê sibehê li Enqereyê meşa xwe bi dawî bike.
Şen dê sibehê saet di 10.00'an de li ber Zanîngeha Teknîkê ya Ortadogu (ODTU) bi gel re bê cem hev.