YRA'ê di Roja Rojnamegeriya Kurdî de Rojnameger xelat kirin

QAMIŞLO – Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) bi boneya 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî xelatên Kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok li rojnamavnan belav kir.YRD'ê xelata kedê da edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok.

Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojava (YRA-R) bi beneya 119'emîn salvegera roja Rojnamegeriya Kurdî li zanîngeha Rojava ya Qmaşlo şahiyek lidar xist. Salona Şahiyê bi wêneyên xebatkarên çepemenyê yên di tekoşîna li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, heta xemilandin. Şahî bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Meclîsa YRA'yê Hoşeng Hesen salvegera roja Rojnamavniya Kurdî li tevahî xebatên çapemenniyê pîroz kir û şehîdên çapemeniyê yên di şoreşa azadiyê de canê xwe feda kirin û di serî de şehîdî çapemeniyê Xerîb WElat ê dema hemeleya Xezeba Firatê dişopand jiyana xwe ji dest da bibûr anî. Piştî axaftinê sînefizyona li aliyek ji jiyana tekoşer Xerîb Welat ku yek ji damezirnînerên Navenda Ragîhandina YPG'ê bû anî ziman hate pêşkêşkirin.

'JI BO JIYANA AZAD TEV BIGERIN'

Di şahiyê de Hevseroka MSD'ê Ilham Ehmed, 22'ê Nîsanê li hemû xebatkarên çapemeniya azadî pîroz kir û wiha got: "Çapemeniya azad roleke dîrokî di dîroka gelan û civakê de lîstiye. Rola xwe di nava dîrokê de ispat kirin. Banga min ji hemû rojnamavanan re ew e ku ji bo pêkanîna jiyana azad û pêkanîna jiyana demokratîk pêk bînin." Îlham Ehemed di dawiya axafina xwe de bal kişand ser rola xebatkarên çepameniyê û wiha bi dawî kir: "Di nava şoreşê de xebatkarên çepameniyê jî kedek mezin nîşan dan û rastî ji raya giştî ya cîhanê re ragîhandin.? ??

Piştî axaftina Hevseroka MSD'ê Ilham Ehemed YRA'ê sînifizyona dîroka çapemeniya azad pêşkêş kir. Di şahiyê de peyamên pîrozbahiyê yên Mala Êzîdiyan a Kantona Cizîrê, Buroya Ragîhandinê ya Hêzên Senadîd û Partiya Biratiya Gelan û piştgiriya wê jî hate xwendin. Paşê YRA'ê spasnameya bi boneya vê rojê li malbatên Şehîdên Çapemeniyê Hisên Şawîş, Mustefa Mihemed, Rumet Çîlo, Xerîb Welat û Mazlûm Bagok belav kirin.

Rojnamavanên Bolendî Ribort wekî baştirîn rojnamavnên ku rola wî di belavkirina şoreşa Rojava de di riya pirtûka wî ya bi navê "Ez Kurdistan im" hate belavkirin. Xelata Şehîd Mezlûm Bagok a Kedê li ser asta Kurdistanê jî diyarî Endamê Çapemeniya Şengalê Rojwar Qerqoçan ji ber dîmenê berxwedana Şengalê û kuştina Kemal Korkut ê di roja Newrozê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin da Edîtorê dîhaberê Rojnamavan Ebdurehman Gok.

Di dawiya şahiyê de 3 xelat li rojnamavên Rojava hate belavkirin. Xelatên hatin belavkirin wihane. Xelat li Endama Ragîhana YPG'ê Mîdya Şedadê li ser dîmena wê yên dema rizgarkirina sivîlên Minbicê hatin kişandin, Rojnamavn Delîl Silêman ku ji AFP re dixebite xelata li ser wêneyên dikşîne hate xelatkirin û li ser beşê nivîsandinê diyarî hevbeş li ser dosya Fedraliyê ya Ajansa ANHA'yê û Rapora ku Nûçegîhanê ANHA'y ê Kendal Welat li ser dayîka xwe ya bi guleyên Arêtşa Tirk jiyana xwe ji dest da hate dayîn.