Esnafên Sûrê di bin dorpêçê de bê nefes mane

AMED - Esnafên li Sûrê ku qedexe û hilweşîn didome, ji ber dorpêça polîsan a zêde nikarin kar bikin û xwestin qedexe û dorpêç bên rakirin.

Li navçeya Sûra Amedê li 6 taxan di 2’yê Kanûna 2015’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin. Salek derbas bû lê hêj qedexe didomin. Li navçeya ku hilweşîn berdewam dike, esnafên Sûrê ji ber dorpêça polîsan nikarin kar bikin û ji bo qedexe bê rakirin bang kirin. Esnafên ku beriya pevçûnan navenda bazirganî û turîzmê bû ji ber dorpêça polîsan nikarin kar bikin.

Esnafê bi navê Nurî Kinar (45) ê ku ev 20 salin li Bazara Sîpahî amûrên bi destan çêdike difiroşe diyar kir ku karê wan li gorî sala bihûrî ji sedî 90 ketiye. Kinar, anî ziman ku di demen normal de kar dikin lê ev 6 mehe nikarin kar bikin û wiha got: “Gelek hevalên me dikanên xwe girtin. Em êdî ji dorpêça polîsan a zêde aciz bûne. Dema ez ji malê têm û dikana xwe vebikim polîs min dirawestînin û bi awayekî keyfî lêgerînê pêk tînin. Kontrola polîsan a ewlehiyê nahêle ku mirov bên Sûrê. Li her cihî polîs û wesayîtên wan hene û ev jî mirovan ditirsînin. Yên ku herî zêde bandorek xirap li ser karê me dike polisin. Em dixwazin dorpêça polîsan bê rakirin.”

MALA WÎ HAT HILWEŞANDIN Û DIKANA WÎ HAT GELEMPERÎKIRIN

Esnafê bi navê Firat Saltan, ku beriya niha bi girtina masiyên ji Robarê Dîcleyê derbara xwe dikir lê ji ber kêmbûna masiyan, bi masiyên ku ji derve tîne nikare kirîgeran bibîne da zanîn ku nîviya Sûrê hatiye xirakirin, ji bo nîviya meya bê valekirin dewlet hemû riyan bikartîne. Saltan, destnîşan kir ku mala wî li cihê qedexe lê hatiye îlankirine, dikana wî jî li cihê hatine gelemperîkirin ne û wiha pêde çû: “Mala min li taxa Hasirliyê bû. Ez li wir hatim dine û mezin bûm. Beriya du mehan dema ji bo li mala xwe binêrim çûm ser banê avahiyekê min ne mal min tax nedît. Tax ji holê rakirine û min ne zanî mala min li kuye.”

JI BO ZINDÎBÛNA SÛRÊ DIVÊ QEDEXE RABE

Esnafê bi navê Osman Çakan (38) bi lêv kir ku beriya qedexeyê gelek welatî û gele biyanî dihat bazarê lê piştî qedexeyê hûn nikarin kesekî biyanî bibinin û wiha domand: “Leşkeran otela herî mezin a bajar, vegerandine baregehan, piştî operasyonan hatiye valakirin lê ji ber otel hêjî girtiye otelên din jî valane.ji bo gel bên Sûrê û bigerin divê qedexeya li Sûrê bê rakirin.”

‘LÊGERÎN BÊZAR DIKIN’

Ajokarê dolmuşê Yusuf Bayram anî ziman ku beriya niha cihê herî berbiçav ê Amedê Sûr bû û wiha got: “Welatî ji bo kirîna tiştan ji navçeyên din dihatin Sûrê lê niha ligel hemû bangan jî welatî piştgiriyê nadin esnafên Sûrê. Ji ber kontrolên polîsan ên li ser çar deriyên Sûrê trafîk disekine û êdî gel ji van pêkanînan bêzar bûne.

‘POLÎS XEBATKARAN BÊHIZUR DIKIN’

Esnafekê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide berbarê rewşa navçeyê û tiştên bi serê wî hatine de wiha axivî: “Polîs hatin kargeha min û xwarin xwestin. Polîs ji ber axaftina husta û xebatkarên kargehê ya bi kurdî aciz bûn. Li xebatkar vegeriya û got; ‘bi zimanê ku em fam nakin en axive’ dem amin bertek nîşanî vê rewşê da rabûn û çûn. Ji me bawer nadikin û ditirsin ku em tiştekî bixin nav xwarina wan. Ew ji ber me ne rihatin em ji ber wan sedcaran ne rihetin.”

Lezgîn Akdenîz - dîhaber