Tunç: Îktîdar ji bo ser rastiya komkujiyan bigire TV10 girt

STENBOL - Xebatkar û temaşevanên TV 10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 29’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Di vê hefteyê de hunermend Ferhat Tunç, anî ziman ku ji ber TV10 rastiya xwe û êşên xwe dianî ziman îktîdar ji bo ser rastiyê bigire tv girt.

Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, di hefteya 29’an de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de nûnerên Komeleya Lêkolîna Dersimê, Nivîskarên Rojnameya Dersim, Dayikên Şemiyê, Hunermend Ferhat Tunç û temaşevanên tv 10 amade bûn. Li qadê pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin vekir. Di nobetê de hunermend Ferhat Tunç, anî ziman ku bi girtina tv heq û hiqûq hat girtin û rê li pêş edaletê hat girtin. Ferhat Tunç, anî ziman ku ji ber TV10 rastiya xwe û êşên xwe dianî ziman îktîdar ji bo ser rastiyê bigire tv girt.

Çalakî bi xwendina deyîşê ya elewiyan bi dawî bu.