AMED - Li navçeya Pasûrê ya Amedê piştî li 8 gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyona leşkeri hat destpêkirin şer derket. Di şer de 3 leşker birîndar bûn.
Li gundên Yeşilkoy, Tepecik, Kuye, Arkatin, Eskar, Beyrok, Nerçîk û Nedera yên navçeya Pasûrê piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin operasyon pêk hat. Piştî operasyonê li herêmê şer derket. Di şer de 3 leşkerên derketibûn operasyonê birîndar bûn. Hat zanîn ku qedexeya derketina derve û şerê li herêmê didome.