ŞIRNEX - Li Cizîrê Navenda Tenduristiya Gel a Bişeng ku ji bo di gelek qadan de xizmeta gel bike hat vekirin bi tayînkirina qeyyûm bê vesf hat hiştin. Navenda tenduristiyê bû navenda Rêxitina Jinan a Ak Partiyê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Navenda Tenduristiya Gel a Bişeng ku di 14'ê Adara 2011'an de ji bo xizmeta perwerdehî û tenduristiya bi zimanê dayikê bide hat vekirin piştî qeyyûm bêvesf hat hiştin. Li navenda ku nêzîkê 50 kes rojekê de ji aliyê tenduristiyê ve xizmetê didît di heman demê de li gundan jî xebatên tenduristiyê dihat meşandin. Navenda Tenduristiyê ku vê gavê teslîmê Rêxistina Jinan Ak Partiyê hatiye kirin bi salan xizmeta tenduristiyê da welatiyên êzidiyên Şengalê neçarî koç kiribûn kir. Piştî tayînkirina qeyyûm gelek xebatkarên navendê ji kar hatin dûrxistin û xebat^ne tenduristiyê jî bi dawî bûn.
LI CIHÊ PERWERDEHIYA ZIMAN, PERWERDEHIYA QURANÊ
Ligel xizmeta tenduristiyê di çar polên navendê de nêzîkê 80 zarokan jî perwerdehiya zimanê dayikê didîtin. Niha jî li cihê perwerdehiya zimanê dayikê ji bo zarokan qursa Quranê hatiye vekirin. Dîsa Navenda Şêwirmendiya Jinan a Stiya Zîn ku qata herî jor ya navendê bû û ji bo jinên pirsgirêkan re rû bi rû diman cihek girîng bû jî hat girtin.
BÛ NAVENDA JINÊN AK PARTIYÊ
Navend bû xebatên Rêxistina Jinên Ak Partiyê. Di xebatên referandûmê de jî jinên Ak Partiyê li avahiyê civîna "Erê"yê digirtin û wêne jî li ser malperên xwe yên civakî parve dikirin. Jinên ji bo Komaleya Piştgirî û Alikariya Civakî alîkarî bigirin jî tên vir û hat zanîn ku li navedê endamtiya AK Partiyê jî tê kirin.