'Ji bo referandumê şensa serlêdana KMMY'ê zêdetir e'

STENBOL - Hîndekarê Hiqûqa Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Osman Korkut Kanadoglu, têkildarî xala 25'an a Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Neteweyên Yekbûyî ku mafê siyasî sererast dike, anî ziman ku ji bo referandumê şensa serlêdana tekakesî ya Komîsyona Mafên Mirovan a Yekbûyî (KMMY) zêdetir e.

Hîndekarê Hiqûqa Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Osman Korkut Kanadoglu, têkildarî referanduma bi gumanbar, pusulayên bê mohr, dengên zêde û serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) nirxandin kir. Kanadoglu, li ser girîngiya xala 25'an a Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Neteweyên Yekbûyî ku mafê siyasî sererast dike rawestiya û anî ziman ku serlêdana Komîsyona Mafên Mirovan a Yekbûyî (KMMY) a tekakesî şansê zêdetir dike.

Prof. Dr. Korkut Kanadoglu, bal kişand ser rol û rista Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) û wiha got: "Li gori xala 79'an a Qanûna Bingehîn, hemû rêveberî û venêrtiya hilbijartinê di destê YSK'ê de. Saziya herî bi raye ya hilbijartinê YSK ye. Hem perçeyê rêveberiyê ye, hem jî merca darazê ya çareseriya pirsgirêkan e. Li gel vê erk û rayeyê YSK'ê di 16'ê Nîsana 2017'an de di referandumê de biryar daye ku pusulayên dengan ên bê mohr derbasdar be. "

YSK'ê ZAGON Û VÎNA MECLÎSÊ BINPÊ KIRIYE

Prof. Dr. Kanadoglu, helwesta YSK'ê rexne kir û wiha got: "Li gorî xala 101'an a Qanûna Der Barê Kutukên Hilbijêran û Hukmên Bingehîn ên Hilbigjartinê ya hêjmara 298'an; "Ger li pişt pusula û zarfê mohra Lijneya Sindoqê lê tune be, ew pusula û zarf derbas nabe" heye. YSK'ê bi vî rengî ev rêgez û xala zagonê binpê kiriye. YSK bi vî rengî li dijî zagonê tev geriya ye. Di sala 2010'an de bi guhertina xala ewlehiya sindoq û hilbijartinê Meclîsa Tirkiye vîna xwe nîşan daye. Meclîsê bi vî rengî diyar kiriye ku YSK nikare biryarek wisa bide. Lê li vir xuya dibe ku YSK'ê vîna xwe di ser ya meclîsê re nîşan daye. "

YSK QANÛN NAS NEKIRIYE

Prof.Dr. Kanadoglu, destnîşan kir ku YSK'ê bi vê helwestê qanûn nas nekiriye û wiha got: "Helwesta YSK’ê ya nenaskirina zagonan li dijî Mafê Hilbijartina Serbest a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Xala PMME'ê diyar dike ku tenê parlamento dikare vê xalê saz bike. Mafê sererastkirina xalan daye meclîsê. Lê YSK bi vê pêkanînê xala 101'an a Hêjmar 298'an binpê kiriye. YSK'ê ji bo serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hemû rê girtine. Ger ku rêya AMY'ê hatibe girtin, wê demê mafê kes ê tekakesî ya serî li DMME'ê bide heye. Divê kes vê şensa xwe pêk bîne. DMME heta niha tenê serlêdanên tekakesî yên ji bo hilbijaritna zagonî qebûl kiriye. Her çend wekî ku rêya serlêdana DMME'ê girti xuya be jî mafê serlêdana tekakesi ya kes heye. Ji bo referanduma 16'ê Nîsanê jî dememên xurt ên kes hene. Berî her tiştî mafê hilbijartina serbest hatiye îhlalkirin. Dewletên peyman îzme kirine ev mafê hilbijêr mîsoger kiriye.

RÊYA HIQÛQÊ KMMY ye

Kanadoglu, da zanîn ku ger hemû rê hatibin girtin jî rêya herî bi şens rêya Komîteyae Mafên Mirovan a Yekbûyî (KMMY) ye û wiha got: Xala 25'an a Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Neteweyên Yekbûyî ku mafê siyasî sererast dike, rê li pêş mafê mirovan ê tekakesi vedike. Ji ji bo referandumê şensa serlêdana tekakesî ya Komîsyona Mafên Mirovan a Yekbûyî (KMMY) zêdetir e.

Rêxistina Hevkariya Ewlehiya Ewropa (RHEE) ku Tirkiye jî endamê wê yê sazumankar e, xwedî rol û mîsyon e ku serdestiya hiqûq û demokratîkbûnê biparêze ye. Cudahiya RHEE'yê ya ji rêxistinên din ên navneteweyî ewe ku pişta xwe dispêre belge û peymanên hiqûqî.

Divê li gorî peyman û hiqûqê li gorî pîvanên PMME û RHEE tev bigere. Ger ku ne wisa be dê peymanên navneteweyî îhlal bike.

Necla Demir - dihaber