ENQERE - Koordînatorê AKAM'ê Kemal Ozkiraz, ku berî hilbijartinê got "Ger 'Erê' bi ser bikeve ez dê şîrketê bigirin' diyar kir ku di vê hilbijartinêde ji hilbijêiran bêtir deng ji sindoqan derketine û ev di cîhanê de cureyeki yekemîn ê lîstikê ye û wiha got: "Ev lîstik bi destê dewletê pêk hat." .
Koordînatorê Navenda Lêkolîna Cemaweriyê ya Avrasya (AKAM) Kemal Ozkiraz, encama hilbijartinê û lîstikên hilbijartinê nirxand. Kemal Ozkiraz, anî ziman ku ew encama hilbijartina referandumê qebûl nake û wiha got: Ne ji ber ku ez encamê qebûl dikim şîrketê digirim. Ji ber ku li welatekî wisa her dera wî lîstik û hîle êdî ne pêkan e mirov anketan çêke ez şîrketê digirim."
Ozkiraz, anî ziman ku ew dê soza girtina şîrketê pêk bîne û wiha got: "Muşterî û şirîkên me hene. Ew teqez naxwazin ez bigirim. Du sedemên vê yekê hene. Diyar dikin ku li gorî dengên ketine sindoqê anket rast derketiye. Anket serkeftî ye. Lê li gorî dengên ji sindoqê derketine Ya duyemîn jî diyar dikin ku ger ez şîrketê bigirim ez serkeftina wan rewa nîşan didim. Lê girtina min ne ji ber ez encama hilbijartinê qebûl dikim. Ji ber ku şertên pêkanîna anketan li vî welatî nema ye ye.
HERÎ ZÊDE LÎSTIK LI RIHA PÊŞ KET
Kemal Ozkiraz, da zanîn ku li gorî anketê herî zêde encam li Rihayê şaş derket û sedema wê wiha got: "Ji ber ku heri zêde li Rihayê lîstik û hîle hebûn. Teqez li gorî encama anketên me hilbijartin derket. Lê lîstik û hîle zêde kirin. Me berê gotibû anket li ser 26 bajaran pêk hatiye. Li van 26 bajaran encamên fermî yên hilbijartin û yên anketê 23 bajar li hev derket. Me encama 23 bajaran rast derxist. Şaşiyê me herî zêde li Rihayê derket. Wêne û dîmenên ku hîle hatine kirin herî zêde ji Rihayê tên. Di hin sindoqan de rêjeya tevlêbûna hilbijartinê ji sedî 123 ye. Yanî li şûna 100 deng bavêje, 123 kesan deng avêtiye. 100 hilbijêr hene, lê 23 hilbijêr zêde derketine. Ev 23 hilbijêr ji ku hatine. Teqez anketên şîrketên me serkeftî ne. Me 4 mehan ked da. Niqaşên pusulayên bê mohr ne ji bo vê hilbijatinê, ji bo hilbijartinên pêş jî pir girîng in. Li gorî vê yekê êdî ne pêkan e ku em encamên hilbijartinan rast texmîn bikin. Piştî ku pusulayên bê mohr bên qebûl kirin dê her lîstik û hîle bên kirin. Wê demê wateya anketan jî tune ye.
Piştî van lîstikan kijan şîrket anketan çêke dê bi avê de biçin. Ger anket encama rast nede partiyên siyasî, partiyên siyasî nikarin li gorî wê siyasetê û xebatê bikin. Ji bo vê yekê divê anket li gorî pîvanan û rêgezan bên kirin. Wezîrê Dadê Bekir Bozdag got vîna ketiye sindoqê û ji sindoqê derketiye ne yek e. Bozdag dibêje 'Vîna ji sindoqê derdikeve nas nakin' Rast dibêje. Em vîna ji sindoqê derketiye nas nakin. Ji ber ku Hîle û Lîstik têde hene. Em vîna ketine sindoqê nas dikin. Lê ya derketiye na. Êdî ewlehî û baweriya hilbijartinê nema ye. Dema em girtekan beramberî hev dikin, nêzî 300 hezar nakokî hene. Eav hêjmar encama hilbijartinê diyar dike. Ger ku serî li DMME bidin dê encam bi dest bixin. Ger ku DMME bêje hilbijartinê betal bikin hikûmeta tirk dê vê carê çi bike? "
BI DESTÊ DEWLETÊ EV LÎSTIK HAT LÎSTIN
Ozkiraz, da zanîn ku di dîroka cîhanê de hîleyek nû pêş ket û yekem car dengên dêde ji sindoqan derdikevin û wiha got: "Ev lîstik bi destê dewletê pêk hat. Hemû sazî û dezgehên dewletê bûn yek û bi hevre li ser hîleyan xebitîn. AKP ev lîstik plan kir û saziyên dtewletê jî piştgirî dan. Piştî pusula û dengên bê mohr bê qebûl kirin û şûnde dê her tişt bibin. Ne pêkan e ku anketek ji sedî 20 şaş be. Rêjeya şaşiya anketan ji sedî 1-2 ye."