Bi gotina Fidel Castro hem çandê diparêze hem debarê dike

MUGLA - Welatiya Bodrumê Burcen Sarikaya ya gotina Fidel Castro a "Cîhanek din pêkan e" ji bo xwe kir rêberê jiyanê û Kargeriya Periya Gund a berhemên dar û xeratiyê çê dike vekir, hem debara xwe dike û hem jî çandê diparêze.

Welatiya Muglayî Burcen Sarikaya 2.5 sal berê ji Stenbolê hat li semta Gumuşluk a Navçeya Bodruma Muglayê bi cih û war bû. Burcen Sarikaya piştî li Bodrumê bi cih bû gotina Fidel Castro ya "Cîhanek din jî pêkan e" ji bo xwe kir hişyarî û rêber û dest bi afirandinê kir. Li Muglayê kargeriya bi navê Beriya Gund (Koy Perisi) ya ku ji dar û xeratiyê pêk tê ava kir. Sarikaya piştî kargerî ava kir, ji dar û beran berhemên sênîk, tas, sinî û gelek berhemên kîller û metbexan ava dike û difiroşe. Hem çanda hezar salan diparêze û hem jî bi vê kargeriyê debara xwe dike û ekolojiyê diparêze. Dîka li aliyê din ji zeyta zeytûnan sabûn û gelek berhemên xwezayî hildiberîne. Sarikaya, di atolyeya 9 metre kare de gelek berhem hildiberîne û ji berhemên dar û beran gelek berhemên din ava dike û huneran pêş dixe. Li aliyekî hem berhemên hatine avêtin wan ji nuve bi ruh dike, nûjen dike û difiroşe, li aliyê din jî ji berhemên xwezayê reng û teşe dide û dixe xizmeta mirovan.

Sarikaya, anî ziman ku ew armanc dike ku her tiştî ji xwezayê bi afirine û hemû berhemên wî xwezayî û ekolojîk bin. Sarikaya, da zanîn ku piştî dar û berê kom dike 6-7 mehan li ber tava hişk dike û piştre bi şekl û teşe dike û wiha got: "Ez daran bi destê xwe kom dikim, hişk dikim, dibirim û piştre bi teşe dikim. Ez bi hezkirin û kedek mezin van berheman çê dikim. Piştî min bi teşe kir vê carê ji bo reng û biriqînê ez wernîk û boya dikim. Ez bi rûnê zeytê cila dikim. Rengê xwezayî û dilbijok e. Hem ekolojîk e û hem jî bi tenduristî ye. Li vê kargeriyê her tişt xwezayî û ekolojîk e.

Sarikaya, bilêv kir ku barewî û biryar hebe cîhanek din pêkan e û mirov ked bide û cehd bike dikare hem debara xwe bike û hem jî xweza û çandê biparêze.

Gokhan Oner - dihaber