NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M. Emîn Yildirim di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan û dirûtiya hikumetê ya hezkirina zarokan.
Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya M.Emîn Yildirim bi minasebeta 23'ê Nîsanê roja Cejna Zarokan, li ser polîtikayên hikûmetê yên li hemberî zarokan nivîsand. Yildirim di quncika xwe de wiha nivîsand:
Îro 23’yê Nîsanê û li Tirkiyeyê cejna zarokan e. Ji bilî Roja Zarokan a Cîhanê dewletek ku wisa cejna zarokan pîroz dike tune ye. Ji gelek deverên cîhanê ji bo vê cejnê zarok hatine vexwendin. Zarok bi çand, ziman û nasnameya xwe tev li cejnê dibin. Lê zarokên kurd bi çand, ziman û nasnameya xwe tev li vê cejnê nabin.
Di rastiya xwe de di dîrokê de her tim durûtiyeke wisa ya hêzên dagirker heye. Li hemberî derve rûyekî cuda û xwedî nêzîkatiyeke cuda ye, lê li hemberî hundir rûyekî hovane ku hemû mafan binpê dikin, derdikeve pêşberî me. Di vê rojê de em careke din durûtiya dewleta dagirker a Tirkiyeyê dibînin. Ji aliyekî ve zarokan vedixwînin Tirkiyeyê ku cejnê pîroz bikin, lê li aliyê din ji bo zarokên kurdan qetilkirin, girtin, îşkence yanî her tiştî rewa dibînin. Durûtiyek wisa ye ku ji her deverê cîhanê zarok tên Tirkiyeyê ji bo cejnê pîroz bikin, lê zarokên kurd bi çand, ziman û nasnameya xwe di vê cejnê de cih nagirin. Hadê em bêjin zarokên li bakurê Kurdistanê wekî ku parçeyekî xwe dibînin, lê heta niha zarokên kurd ên li herêmên din jî ji bo vê cejnê nehatine vexwendin. Em dev ji vexwendinê berdin, zarokên kurd di bin zext û zordariyeke dijwar de ne û ji hemû mafên xwe bê par in.
Zîhniyeta ku dibêje “jin be jî, zarok be jî hêzên me yên ewlekariyê çi pêwîst be dê lê bikin” mirov dikare çi jê hêvî bike. Tenê di sala 2006’an de wexta ku Erdogan digot “zarok be jî”, 22 zarokên kurd hatin qetilkirin. Di serdema dîktatoriya Erdogan û desthilatdariya AKP’ê de bi sedan zarokên kurd hatine qetilkirin, bi hezaran zarok hatin binçavkirin û girtin, bi hezaran birîndar bûne û seqet mane, li ber çavên hemû dinyayê zarok rastî îşkenceyê hatin û ji mafên xwe yên xwezayî bê par in. Hesabê kîjan zarokên ku hatine qetilkirin hatiye pirsîn. Hesab ji kujerên Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Mehmet Uytun, zarokên li Roboskê û bi dehan zarokên din hatiye pirsîn. Mixabin berovajî wê kujer hatine xelatkirin.
Cejna zarokan tê pîrozkirin, lê bi dehan zarokên kurd di roja îro de di girtîgehan de di bin zext û zordariyê de ne. Li girtîgehê û derve rastî îşkenceyê tên. Di roja 23’yê nîsana 2009’an de li ber çavên her kesî bi qundaxa çekê li serê Seyfî Turan xistin, destê Cuneyt Ertuş li ber çavên her kesî nehat şikandin? Mijarên wisa pir zêde hene. Di van salên dawîn de hinek dibistanên kurdî ji aliyê şaredariyên kurd ve hatibûn vekirin. Lê bi qeyûman dest danîn ser van şaredariyan û ev dibistanên bi kurdî jî girtin. Kanaleke zarokan Zarok TV hebû ew jî girtin, lê ji ber nerazîbûnan mecbûr man ku dîsa vekin.
Zarokên kurd ji hemû mafên xwe yên xwezayî ku çand û zimanê xwe fêr bibin, bê par in. Dewleta dagirker tenê aşê asîmîlasyonê ye ku zarokên kurd ji çand, ziman û nasnameya wan dûr dixe. Ku zarok pêşeroj in, wê demê divê em li pêşeroja xwe xwedî derkevin. Dê û bavên zarokên kurd vê durûtiya dewleta dagirker bibînin, li dijî vê bê deng nemînin û li pêşeroja xwe xwedî derkevin.