2 leşkerên li Besta tev li operasyonê bûn jiyana xwe ji dest dan

ŞIRNEX - Operasyona leşkeran a li herêma Besta 4 rojin didome. Di operasyona leşkerî de 2 leşkerên din mirin. Duh jî 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Di operasyona Besta de heta niha 6 leşker mirin.

Waliyê Şirnexê, di 20'ê Nîsanê de tevahiya heremên şirnexê li welatiyan qedexe kir. Walî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li Şirnexê û tevahiya navçeyên wê herêmên ku zozanên Cudî, Gabar, Heftanîn, Kato û Bestayê jî heyî qedexe kiriye. Bi îlankirina qedexeyê, bi taybetî herêma Bestayê bi balafirên şer hat bombebarankirin. Li herêma Besteyê tevgera helîkopteran dest pê kir û 4 rojin operasyona leşkerî didome.
Di operasyonê de îro jî 2 leşker mirin. Berê jî li herêma Elemunê 2, li herêma Besta jî 2 leşker miribûn. Di operasyona li herêmê ya 4 rojan de 6 leşker mirin.