Hulya Şen gihişt Enqereyê: Na hêj têkoşîn neqediya ye

ENQERE - Hulya Şen a 25 salin bijîşk e, bi armanca encama referandumê îtîraz bike ji Stenbolê bi meşê berê xwe da Enqereyê, gihişt Enqereyê. Şen ku li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn çalakiya rûniştinê pêk bîne li ber ODTU daxuyanî da û got: "Na hêj têkoşîna me ne qediya ye."


Meşa Dr. Hulya Şen a ku ji bo encama referanduma 16'ê Nîsanê îtîraz bike di 17'yê Nîsanê de ji Stenbolê bi meşê berê xwe da Enqereyê, piştî meşa 6 rojan gihişt Enqereyê. Şen, duh gihişt Eskîşehîrê û îro gihişt Enqereyê. Şen bi taybetî ji gundên ku derbas bû rastî eleqeyeke mezin hat. Şen a ku di meşa xwe de piştgiriyeke mezin a gel dît, îro li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn dest bi çalakiya rûniştinê dike.

Şen, li pêş Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU), ji aliyê nûnerên rêxistinên jin, Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Selma Gungor, Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Tur Yildiz Biçer û endamên Ji bo Demokrasiyê Yekîtî (DİB) û endamên Meclisa Na ve hatin pêşwazîkirin.

EM ŞAŞIYÊN XWE BIBÎNİN

Şen pişti gihit ber kamsupa ODTU daxuyanî da. Şen. diyar kir ku bi dehan caran ji Serokomar re gotine ku ew vê qanûnê qebûl nakin û wiha got: "Li welatê ku Qanûna Bingehîn ji holê rabe, êdî mirov nikare behsa hiqûqê bike. Cihê ku Qanuna Bingehîn lê tune be êdî rêya têkoşîna demoratîk jî namîne. Muxalefeta zelal bi axive û seknek xurt nîşan bide pir lawaz e. Ev yek mirovan xemgîn dike. Mixabin li Tirkiye civakbûnek heye ne li pişt îktidarê ye û ne jî li pişt muxalîfan e. Ev civaka li holê maye divê helwesta xwe zelal bikin. Divê saziyên sivîl ên civakî jî rewşa xwe û helwesta xwe zelal bikin. Divê xwe bi rêxeistin bikin û xwe bi rêve bibin.

HÊJ TÊKOŞÎN NEQEDIYA YE

Şen, anî ziman ku nikarin bêyî civakê hiqûqekê ava bikin û qet ne pêkan e ku bêyî civakê qanûna bingehîn ava bikin. Şen, anî ziman ku ev meşa jiyanê ye û hêj neqediya ye. Şen, anî ziman ku wê got "Na" û têkoşîn hêj nû dest pê dike. Şen, piştî daxuyainyê çû Anitkabirê ziyaret bike û piştre dê li ber avahiya Dadgeha Qanûna Bingehîn dest bi çalakiya rûniştinê bike.