Hevşaredarên DBP'î: AKP wekî lekeyek reş ketiye dîrokê

AMED - Hevşaredarên 12 şaredariyên navçeyan Amedê yên DBP’ê ku peywirên wan ji destê wan hatine girtin, Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Xweser ên Ewropayê û Stansarta Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Navneteweyî bibîr xistin û wiha gotin: “Pêkanînên îktîdara AKP’ê wekî lekeye kreş derbasî dîrokê bûne.”

Hevşaredarên navçeyên Bismîl, Çinar, Pîran, Gêl, Erzanî, Hezro, Peyas, Karaz, Pasûr, Lice û Yenîşehîr ên Amedê yên ku ji aliye Walîtiya Amedê ve ji peywirê hatine durxistin li ber avahiya Şaredariya Peyasê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Polîsên ku beriya daxuyaniyê şaredarî dorpêç kirin, destûr nedan ku hevşaredar li bexçe û li ser merdîvenên şaredariyê daxuyaniyê bidin. Li ser astengiyan hevşaredar û rêvebirên DBP’ê li ber deriyê şaredariyê ku polîsan barikat danîne daxuyanî dan. Li aliye din bi sedan polîsên ku ketin bexçeyê şaredariyê bi wesayîtên zirxî şaredarî dorpêç kirin.

‘PÊKANÎNÊN 12’Ê ÎLONÊ’

Li ser navê hevşaredaran, Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin daxuyanî da û diyar kir ku hikûmetê xeyalên gelê Tirkiyeyê têkbirine, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê ew bi darbeya sivîl re rû bi rû mane. Aydin, da zanîn ku piştî OHAL hat îlankirin, pêkanînên ku hikûmetê xistine meriyete li Tirkiyeyê pakanînên ku 12’ê Îlonê tîne bîra mirovan dide meşandin.

‘ÎRADEYA MILYONAN KESAN TUNE HAT HESIBANDIN’

Aydin, bal kişand ser girtina hevşaredarên HDP, DBP û siyasetmedarên kurd û wiha pêde çû: “Tirkiye di mijara demokrasi û azadiyê, çaredarkirina pirsgirêka kurd de ber bi pêvajoya salên 90’î ve diçe. Îradeya milyonan kesan tune hat hesibandin. Bi radestkirina peywirên me yên ji bo qeymeqaman li Tirkiyeyê ji ber pêkanînên îktîdara AKP’ê wekî lekeyekê ketiye dîrokê. Şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin veguherandine qereqolan.”

‘DÊ DI WIJDANA GEL DE MEHKÛM BIBIN’

Aydin, Şertê Rêveberiyên Herêmî yên Xweser ên Ewropayê û Stansarta Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Navneteweyî bibîr xist û wiha axivî: “Ev pêkanînên ku demokrasî tune tê hesibandin dê di wijdana gel de mehkûm bibin. Em wekî hilbijêrên ku ji aliyê gel vehatine hilbijartin, li dijî van pêkanînên dijdemokratîk em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî heta dawiyê bimeşînin. Em bang li hikûmetê dikin ku pêvajoya OHAL’ê biqedînin. Ji bo vegerin pêvajoya çareseriyê û aştî pêk were divê sererastkirinên qanûna bingehîn bikevin meriyete.”

Aydin, piştî daxuyaniyê li polîsan vergeriya û wiha got: “Dorpêç û girtiya we ya deriye şaredariyê dê welî lekeye kreş bikebe dîrokê.”
Piştî daxuyaniyê polîs ji şaredariyê veqetiyan.