ENQERE – Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi KHK’ê ji kar hatin dûrxistin, ji bo li karê xwe vegerin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û 46 rojin di ber xwe didin.
Kedkaren perwerdehiyê Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça, Acun Karadag, Velî Saçilik, Esra Ozakça û Mehmet Dersulu yên bi KHK'ê ji kar hatin dûrixistin ji bo li karê xwe vegerin li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê ya Enqereyê bi hişyariya “Em karê xwe dixwazin” dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û 166 rojin çalakiya rûniştinê berdewam dikin. Ji çalakgeran Nuriye Gulman û Semîh Ozakça jî dest bi greva birçîbûnê kirin û 46 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de di ber xwe didin. Ji bo Nuriye û Semîh yên ku gotin "Heta daxwaza me bê qebûlkirin em ê çalakiya xwe berdewam bikin" piştevaniya gel jî berdewam dike. Li Bodrumê jî bi daxwaza “Ez karê xwe dixwazim” ji aliyê Engîn Karataş û dîsa ya mamoste Serap ku bi biryara KHK’ê ji kara hat dûrxistin ji bo piştevaniya bi Nuriye û Semîh re di 19’ê Nîsanê de ji bo rojekê çalakiya grevabirçîbûnê li dar xistibûn. Dîsa ji bo piştevaniya bi Nûriye û Semîh re li Enqereyê li Kolana Sakaryayê û li ber AVM’ya li Kizilayê rojê 2 saetan çalkiya rûniştinê tê lidarxisitn.
Li ODTU’yê jî bo piştgiriya bi Nuriye û Semîh re ji bo 5 rojan konê greva biçîbûnê hat vekirin.
'ME MUXATAB NEDÎT'
Dayikên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça jî bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe hatin Enqereyê. Dayika Nuriye û Semîh yên ku hatin Enqereyê çûn Meclisê û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ziyaret kirin Dayikên ku wezaret ziyaret kirin gotin: “Em ji tednirustiya zarokên xwe bi gûmanin ji ber wê me xwest ku em bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Lê me mûxatabek nedît.”