HEWLER - PEN’a Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û Bizava Aştiya Navxweyî li Hewlerê biryarên encamnameya konferansa “Aştiya navxweyî û yekbûnê” aşkere kir.
Di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de bi beşdariya gelek delegeyên PEN’a Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û Bizava Aştiya Navxweyî li bajarê Hewlerê yê Herema Federal a Başûrê Kurdistanê konferansek hat li darxistin. Konferansa ku li ser “Aştiya navxweyî û yekbûnê” hat li darxistin ji çar perçeyên Kurdistanê delege amade bûn. Di encama nîqaşên dirêj de konferans bi dawî bû. Konferansa ku rojekekê berdewam kir encamnameya wê hat aşkerekirin.
Di rûniştinan de beşdarên konferansê ev biryar girtin:
1. Xebata kurdan di sed salên desrbasbûyî de ev rastî ji bo hemû aliyan derxistiye holê ku bêyî aştiya navxweyî û yekrêziya kurdan gelê Kurdistanê nikare bigihîje armancên xwe. Her wisa nikare sûdê ji wan derfetan bistîne ku li Rojhilata Navîn peyda bûne. Ne tenê ew, belkî nebûna aştiya navxweyî dikare destkeftiyên çêbûyî jî bixe nava metirsiyan.
2. Beşdarên konferansê yên ji hemû sazî û rêxistinên her çar aliyên Kurdistanê dixwazin ku bi rêya diyalog û dan û stendinan pirs û aloziyên xwe çareser bikin.
3.Pêkhateyên Konferansê di tu şert û mercan de şerê xwekujiyê napejirîne.
4. Erka rewşenbîrên Kurdistanê pirensîbên aştiya navxweyî dipejirîne û di hemû qadên jiyanê de ji bo sepandina wan hewl dide. Piştgiriya rewşenbîran ji bo hewldanên belavkirina bîr û ramanên aştîxwaziyê û çanda hevqebûlkirina di civakê de dê xwedî roleke girîng be.
5. Beşdarên konferansê ji medyaya kurdî dixwazin ku bi awayekî hestiyar û bi berpirsyarî li gel şert û mercên heyî li Kurdistanê tevgerê bikin û bi ti awayî nebin sedema tevliheviyan di navbera partî û pêkhateyên siyasî-civakî yên Kurdistanê.
6. Em di wê baweriyê de ne ku aştî û asayîşeke berdewam bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidestxistina hemû mafên wan ên li Rojhilata Navîn ne pêkan e.
7. Ji bo çareserkirina pirsgirêk û tevliheviyan divê berjewendiyên giştî yên gelên Kurdistanê wek bingeh û hêmayên sereke bên pejirandin. Di vî warî de beriya her kesî berpirsyarî dikeve ser milên partiyên sereke û serkirdeyên wan ên ku kilîla çareseriyê di destên wan de ye.
8. Di şer û berxwedana li dijî DAIŞ’a ku bi hovîtiyên kêm mînak êrişî Kurdistanê û bi taybetî jî li dijî Kurdên Êzidî tevkujî pêkanîn, berxwedana gerîla, şervan û pêşmergeyên Kurd bû sedem ku pirsgirêka Kurd derbasî pêvajoyeke nû bibe û pirestîja Kurdan di nava raya giştî ya cihanê de ji berê bilindtir bibe. Rewşeke wiha ji partiyên siyasî dawa dike ku li gor vê pêvajoya nû a çêbûyî tevgerê bikin.
9. Aştiya navxweyî pêvajoyeke berdewam e û karekî rojane ye ku divê pergala perwerdehiyê, rêxistinên civaka sivîl, medya û navendên din ên civakê kar û xebatê li ser bikin. Ji bo vê meremê û şopandina vê pêvajoyê komîteyek tê sazkirin û heta wergirtina encamê di kar û çalakiyên xwe de berdewam dibe.