Almanya çekan nede PDK’ê

HEWLER - Wezîrên Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel Bexde û Hewler ziyaret kir. Gabriel di serdana Bexda û Hewlerê de diyar kir ku Almanya ji ber êrîşên PDK’ê yên li dijî gelê êzidî çekên nû nede Herêma Kurdistanê.

Wezîrên Karên Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, li Bexdê rêveberiya Iraqê û li Hewler rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê ziyaret kir. Gabriel, di ziyaretan de anî ziman ku Almanya dê alîkariya çekên nû nede ji bo herêmên ku şerê li dijî DAIŞ’ê lê heye û herêmên ku lê perwerdeyê dide jî berfirehtir neke. Almanya ji bo piştgirî û perwerdeya pêşmergeyan, ji 2014’an û vir ve 2 hezar ton çek û 150 leşker şandine Herêma Kurdistanê. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo vê alîkariya Almanyayê spasiya Gabriel kir. PDK’ê dema tevî hêzên derve êrîş bir ser êzidiyên li Xanesorê ya Şengalê, çekên ku Almanyayê li dijî êzîdiyan bi kar anîn.