Bîlançoya 12 rojan a Xezeba Firatê

NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Geliyê Celab ê li bakurê Reqayê dest pê kir, di roja 12'an de didome. Li gorî agahiyên Odeya Xezaba Firatê dan, gelek gund û bajarok hatine rizgarkirin û amîrek jî di navê de 84 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Qonaxa 4'an a Pêngava Xezeba Firatê, bi du baskan ji rojhilat û rojava ve dest pê kir. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê rojhilat ve ji gundê Mûezîla û ji rojava ve jî ji gundê Cûbil Şeîr bi rê ketin. Endamên DAIŞ'ê li aliyê rojhilat, li gundên Mûezîla û Mişerfa Rojava bi wesayîtên bombebarkirî û endamên xwekuj ên bombe li xwe pêçandibûn, êrîş kirin. Bi vî awayî hewl dan pêşî li operasyonê bigirin. Operasyonê tevî van hewldanên astengkirinê jî dewam kir. Li aliyê rojhilat, gundên Miserfa Rojhilat, Rîhaniyet, Bîr Cerbo, Cerwa, Hetaş, gundikê Hûkûmî û herî dawî jî bajarokê Hezîme hatin rizgarkirin.

Li aliyê rojava jî, şervanan pirek danîn ser qenala avê û bi vî rengî dest bi operasyonê kirin. Ev pir bi 25 metreyan fireh, bi 9 metreyan jî dirêj e. Di destpêka operasyonê de DAIŞ'ê êrîş birin ser maşînên pir çêdikirin. Şervanan di roja duyemîn de li cihekî din dest bi çêkirina pirê kirin. Tevî êrîşan jî ev pir beriya 5 rojan li herêma navbera gundên Ûm Tenek û Kebîş a Rojava hate çêkirin. Şervanên QSD'ê derbasî aliyê din ê avê bûn ji bo koçberên Reqa, Mesken, Tilaferê korîdoreke ewle ava kirin. Di heman rojê de 10 hezar koçber derbasî herêmên ewle hatin kirin. Şervanên QSD'ê piştî rizgarkirina sivîlan operasyona xwe dewam kirin û gundên Ûm Tenek, Royan û di roja 11. de jî bajarokê Tişrînê rizgar kirin.

Di şerê 12 rojan de amîrê DAÎŞ'ê Ebû Sûmeye jî di nav de 84 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek cesedên qar li herêmên di kontrona şervanên QSD'ê de ne, man. 6 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin û 9 endamên DAÎŞ'ê yên xwekuj ên bombe li xwe pêçandibûn, bêyî bigihêjin armanca xwe hatin bêtesîrkirin.