Ermeniyên Serêkaniyê komkuji şermezar kirin

SERÊKANIYÊ– Ermeniyên Serêkaniyê li ber dêra Artedoks komkujî şermezar kirin û kesên di komkujiya ermeniyan de hatin kuştin bibîr anîn.

Ermeniyên Serêkaniyê îro di saetên şevê de li ber Dêra Artedoks qurbaniyên komkujiya Ermaniyan di 102’emîn salvegera komkujiya ku bi destê dewleta Osmanî pêk hat bibîr anîn. Welatiyên ermanî destpêkê 5 deqeyan rêzgirtinê rawestiyan û paşê dest bi pêxistina findan kirin. Komkujiya Ermenan di 23`yê Nîsana 1915`an de li ser destê dewleta Somanî pêk hat. Her sal wekî îro welatiyên ermanî qurbaniyên komkujiyê bibîr tînin û navê vê rojê wekî “cejna şehîdên ferman Ermeniyan” bi nav dikin.