AMED - 6'emin Dadgeha Cezayên giran a Amedê bi hinceta di çalakiyên 15'ê Sibata 2010'an de li ber avahiya DTP'ê ya Amedê kevir kaviye polîsan, 3 sal û 45 roj ceza li kalê 71 salî Mehmet Guneş birî.
6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, li Kalê 71 salî Mehmet Guneş bi hinceta di 11'ê Sibata 2010'an de di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de kevir avêtiye polîsan 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê birî. Mehmet Guneş, di 11'ê Sibata 2010'an de li ber avahiya DTP'ê ya Amedê di mudaxaleya polîsan a girseya xwest daxuyanî bide de hatibû binçavkirin. Guneş, piştî hatibû binçavkirin rastî îşkenceyê hatibû û parsuyên wî û serê wî hatibû şikandin. Guneş piştî 4 rojan di bin çavan de ma, di 15'ê Sibata 2010'an de hat girtin. Guneş hemû sûcdariyên der barê xwe de li midûriyeta polîsan, dozgerî û dadgehê red kir. Her çend Guneş di îfadeya xwe de got "Min kevir ji destê ciwanan derxist lê min ne avêt " jî dîsa dadgehê ceza birî. Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Guneş de îdîaname amade kir û îdîa kir ku li ser banga PKK û KCK’ê tev li çalakiya 15'ê Sibatê bûye û fermana wan pêk anîye. Dozger îdîa kir ku her çend Guneş ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye karê polîsan asteng kiriye û li dijî xala 2011'an a meş û xwepêşandanan derketiye xwest bê cezakirin. Doza li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bi Rayeya Taybet ku hat girtin, di 27'ê Gulana 2010’an de bi encam bû. Heyeta 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran li Guneş 10 sal û 5 meh ceza birî û dosya şand dadgeha bilind. Heyeta dadgehê piştî Guneş 4 mehan girtî ma serbest berda.
Di sala 2013'an de 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind doz xera kir û dîsa şand dadgeha herêmî. Doza Guneş ji nûve li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku berê 10 sal û 5 meh ceza da Guneş vê carê ceza daxist 7 sal û 11 mehan. Dadgeha herêmî dîsa piştî ceza birî dosya şand dadgeha bilind. Di sala 2016'an de 16'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, doza biryara dadgeha Amedê xera kir û dosya paşve vegerand. Doza Guneş vê carê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 3'ê Nîsanê de biryar da û bi îdîaya "Muxalefeta polîsan kiriye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" li Guneş ê 71 salî Mehmet Güneş 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê birî. Guneş dîsa cezayê dadgehê îtîraz kir û serî li dadgeha bilind da.
EZ DARP KIRIM Û AVÊTIM GIRTÎGEHÊ
Kalê 71 salî Mehmet Guneş ku rastî 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê hat bertek nîşanî cezakirinê da û wiha got: "Ez wê rojê ji bo kumanda tv tamîr bikim çûm derve. Pişti min kumanda tv çêkir ez çûm Fakulteyê min nexweşek ziyaret kir. Wê rojê ji ber meşê trafîk xetimî. Polisan destûr neda maşîne bi rêve biçin û me ji maşînê daketin. Dema ez ji maşînê daketim min xwe di nava bûyerê de dît. Piştî demekê pevçûn derket û ez di nava pevçûnê de mam. Carekê min dît darp li min ketiye û ez ji ser hişê xwe çûme. Ji bo bûyer mezin neme, min destûr nedan ciwan keviran bavêjin polîsan û min kevir ji destê ciwanan derxist. Lê piştî ez hatim ser hişê xwe polîsan ez binçav kirim. Bi lêdanê parsuyê min û serê min şikest. Nexweşiyên min ên şekir û tansiyonê hene. Ez 71 salî me û ne pêkan e ez kevir bavêjim polîsan.
Deniz Tekin- Dihaber